Bi çavên jinan Zapatîsta

STENBOL - Pirtûka bi navê "Çîroka Jinên Zapatîstî: Compeneras" (Compeneras: Zapatista Kadınlarının Hikayesi) xwe gihand ber destê xwendevanan. Pirtûk balê dikişîne ser têkoşîna azadiya jinên zapatîstî ya li dijî artêşa Meksîkayê û hevjînên wan.

Têkoşîn û berxwedana jinên Zapatîstayê yên di nav Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstayê (EZLN) de cih girtin, bandorê li ser hemû tevgerên muxalîf ên li deverên cîhanê dike. Raperîna jinên têkoşer a li dijî artêşa Meksîkayê, hevjînên wan û civakên cuda, di bi navê pirtûka "Çîrokên Jinên Zapatîstî: Compeneras" (Compeneras: Zapatista Kadınlarının Hikayesi) de hat weşandin. Pirtûk ji Weşanên Guldunyayê hat çapkirin. Di pirtûkê de têkoşîna di sala 1983'yan de li Companerasê dest pê kir, ji hêla jinan ve tê vegotin. Cîhana jinên têkoşer a di nava EZLN'yê de hatiye guhertin tê vegotin.

ÇÎROKA JINÊN ZAPATÎSTÎ

Pirtûka ku bi sernavên wekî "Bi çavên jinan EZLN", "Tovên Raperînê" û "Jinên Cînaneke Nû Afirandin" jî di nav de, bi 9 sernavan pêk tê û nivîskarê wê jî Hîlary Kleîn e. Kleîn piştî 6 salan li eyaleta Chîapasê ya dikeve Başûrrojhilatê Meksîkayê di xebatên kooperatîfên jinên ji civakên Zapatîstayê de cih girt, ev berhem nivîsî. Pirtûk der barê jiyana jinên zapatîstî û guhertina ku wan di welatê xwe de pêk aniye, ji hemû têkoşînên rizgariya neteweyî yên li cîhanê, tevgerên jinan, têkoşêrên li dijî neolîberalîzmê û tevgerên antî kapîtalîst re dibe çavkaniya têkoşîne.

XEBATEKE KU HÊVIYÊ DIDE

Xwendekar û rexnegirên pirtûkan, aşkera dikin ku ev pirtûk dikare ji Lêkolînên Jinan ên li zanîngehan re, Lêkolînên li Emerîkaya Latînî, ji beşên Zanyariyên Civakî û Sosyolojîk re bibe çavkaniyeke baş, bi gotina "Êdî di jiyana me de hêvî û azadî heye" derfetên xwe gihandina çîrokên jinên zapatîstî dide. Ev pirtûk tecrûbeyên jinên zapatîstî ji tevahiya jinan re parve dike û dibe hêviyekî ji bo wan.

RUHÊ KU BER BI RAPERÎNA ZAPATÎSTAN VE DIÇE

Di beşa bi sernavê "Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstan Di Çavê Jinan de çi Îfade Dike" de, ev tişt tê gotin: "Piştî me gelek caran ew ziyaret kirin, ji bo çi û li dijî kê têkoşînê didin, ji me re parve kirin. Ji me re gotin ku ji bo em bi kesên din re hurmetên xwe bidin nîşan, gotineke ku em bi kar bînin heye; companeros an jî companeras. Wateya wê ew e ku em ji bo azadiya xwe dikarin bi hev re bitêkoşin." Ev gotin ji devê jineke têkoşer hatiye girtin, ev jin diyar dike ku piştî di sala 1980'yan de hin kesên biyanî hatine gundê wan, cudahiya di navbera xizam û dewlemendan, zilma ku 500 sal e li ser gel tê meşandin ji wan re vegotiye, ew ji gundê xwe veqetiya ye û li çiyê dest bi jiyanê kiriye.

Esmeralda rahibeyeke berê ya ku li gundê Chîapasê xebitî ye û diyar dike ku wan dest bi pîrozkirina 8'ê Adarê kiriye û wiha got: "Roja destpêkê jinên ku hatin xwestin reqsê bikin, bi lingê tazî di nav heriyê de xwestin reqsê bikin û qîmeta wê jî tune bû, xwestin reqs bikin... Her çendî demek dirêj bimeşin jî kêfxweş bûn. Demekî ji civakan cuda mabûn, ji hev re ev tişt digotin." Ev gotinên ji devê jinan hatiye girtin, gotinên jinên ku nû ji gundên xwe veqetiyayîne, bi van gotinan raperîna Zapatîstan vedibêje.

Ne tenê bîranîn û axaftinên jinan, di pirtûkê de wêneyên jinên di eniyên pêş de cih girtine jî hatine tomarkirin.