ÎZMÎR - Kovanra Uçurtma ku bi xebatên dibistana havînê ya Halkevleriyê derdikeve û ev 9 sale tê weşandin, nirxê gerdûnî yê mirovan nîşanî zarokan dide. Nûnerê kovarê ya Îzmîrê Ugur Goçmuş da zanîn kul i dijî fikrên mezinan, di nava aştiyê de jiyan kirin ne xeyale.
Kovara Zarokan Uçurtma ku bi xebatên dibistana havînê ya ku Halkevleriyê beriya 10 salan vekiriye deridkeve, li Tirkiyeya ku zaroka her roj di nava teqîn, îstîsmar, tîbûn û qetlîaman de dijîn, aştî, biratî, wekhevî, azadî û nirxê gerdûnî yê mirovan nîşanî zarokan dike.
Di Kovara Zarokan Uçurtma ya ku mehane derdikeve de, nîşanî zarokan dide ku jiyan ne tenê bi lezbûn û bêrehim nîne, li dijî fikrê mezinan, di nava aştiyê de jiyan kirin ne xeyale. Di kovara ku bi dirûşmeya "Bêzar bûn tune ye bafirok heye" derbdikeve de, karên dest ên zarokan, xebatên ji bo pêşketina wan hatine amadekirin û xebatên kenandina zarokan cih digire.
Nûnerê Kovarê ya Îzmîrê Ugur Goçmuş, diyar kir ku gelek tiştên ku zarok bêriya wan dikin hene û wiha got: "Me xwest em kovarek ku zarok bêyî ku bêzar bibin bikaribin tiştên dixwazin bixwînin bi afirînin derxînin. Naveroka kovarê ji aliyê zarokan ve tê nîşankirin. Di kovarê de tiştên bi destan hatine çêkirin ên zarokan, xebatên ku dikarin bikin, bi muzîk, çand û wêneyan cih digire. Bi aboneyan re tîrêja kovarê 10 hezare."
Goçmuş, da zanîn ku li Tirkiyeyê pêşeroja zarokan tune ye û wiha pêde çû: "Tirkiye bûye welatekî şer. Li welatekê ku her tim şer û qetlîam lê hebin zarok bi wê derûniyê dijîn. Bi pêngavên paşverû yên perwerdehiyê cihê ku zarok têde azad bijîn nemane. Li dibistanan îstîsmar û zextên li dijî zarokan di asta herî jor de ne. Di welatekî wiha de pêşeroja zarokan tune ye. Tişta me windakiriye hêviye. Xebatên wiha ên wekî kovara Uçurtma û dibistanên havînê hêviya me zindî dike. Armanca me ewe ku em xwe bigihînin zarokên din jî û divî welatê wiha de bi wekhevî û biratiyê bijîne. Îmkana kê hebe bila dest bavêj vê kovarê. Ne tenê zarok em dixwazin malbatên wan jî bixwînin. Gelek tiştên ku ew jî fêrbibin hene di kovarê de. Ji bo zarokên ku nikarin xwe bigihînin kovarê û ji bo bixwînin, divê her kes tevî 'Kampanyaya Biratiyê' bibe."