Tellî: Hêza çandê dê faşîzmê têk bibe

ENQERE – Nivîskar û Helbestvan Ahmet Tellî têkildarî girtina Navenda Çanda Mezopotamya û Navenda Çanda Dîcle û Firatê, destnişan kir ku ji ber li dijî faşîzmê ye hikûmet dixwaze vê çandê tune bike. Tellî, anî ziman ku hêza çanda civakê dê faşîzmê perçe bike.

Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha her civak û gel bi çand û dîroka xwe tên nasîn. Çanda kurdan bi hezaran sal in li dijî polîtîkayên înkar û bişaftinê hebûna xwe diparêze. Niha piştî îlana OHAL'ê bi Biryaranameya di Hikmê Qanûnê de gelek sazî û dezgehên kurdan ên cûda hatin mohrkirin û girtin. Herî dawî li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamya û li Amedê Navenda Çanda Dîcle û Firat ji aliyê Wezîrên Karên Hundir ve hatin mohrkirin û girtin. Nivîskar û Helbestvan Ahmet Tellî têkildarî girtina navendên çandê diyar kir ku yên îro dixwazin çandê tune bikin bila ji bîr nekin ku hêza çanda gelan dê hêza faşîzmê pûç bike.

‘HÎTLER ÇIBE AKP JÎ EW E’

Tellî da zanîn ku girtina navendên çandan dişibe kiryarên hikûmeta Hîtler û wiha axivî: “Bi rastî ez girtina navendên çandan dişibînim kiryarên wezîrê çandê yê sedema Hîtler. Wezîrê Çandê yê hikûmeta Hîtler yê bi navê Gobels di axaftinekê de dibêje ku ‘ji bo min qala çandê nekin ez hêza xwe ji çekê digirim.’ Bi rastî hikûmeta AKP’ê û xebatên wan dişibin hikûmet û xebatên Hîtler. Ji bo na vê yekê jî ez di navbera Hîtler û hikûmeta AKP’ê de tu cûdahiyan nabînim.”

‘TU ELEQEYA KURDAN BI FETO RE TUNE YE’

Tellî destnîşan kir ku çand ji bo desthilatdar û faşîtan wekî dijmin tê dîtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dijminê faşîzmê yê serekê çand e. Niha di welatê me de ev bi awayekî zelal tê dîtin. Hikûmet di bin navê hewldana darbeyê de û bi hinceta operasyonên li dijî rêxistina FETO dixwaze çanda kurdan tune bike. Rayedarên dewletê jî baş dizanin ku tu eleqeya kurdan ji rêxistina FETO tune ye. Ev bêexlaqî û bêrêziye li hemberî çanda gelê kurd pêk tê. Dîsa jî ez dubare dikim çand dijminê faşîzmê yê herî sereke ye.”

‘SÎSTEMA TIRKIYÊ DIXWAZE ÇANDÊ TUNE BIKE’

Tellî da xuyakirin ku tiştên ku niha li Tirkiyeyê tên jinadin him komîk him jî trajîk in û axaftina xwe wiha domand: “Bi rastî girtina çandê û tunehesibîna gelan ez him komîk him jî trajîk dibînim. Niha sîstema Tirkiyeyê dixwaze çandê tune bike. Ya ku dikeve ser milên me jî ew e em hemû bi hev re xwedî çanda xwe derbikevin. Xwedî derketina çandê xwedî derketina jiyanê ye. Dibe ku desthilatdar bixwazin çanda me tune bikin, lê em bê deng bimînim em ê çanda xwe teslîmî desthlatdaran bikin. Her tişt di destê me de ye ger bixwazin çanda xwe ya dîrokî bidin jiyandin divê em hemû bi hev re xwedî çanda xwe derbikevin û teslîmî desthilatdariya hikûmetê nebin.”

‘HÊZA ÇANDÊ HÊZA ÇANDÊ MEZINTIR E’

Tellî axaftina xwe van gotinan bi dawî kir: “Niha welatekî me yê hêj çanda hûmanîst nejî û rasterast çanda emperyalîst jî heye. Yên li welatê xwe hûmanîzm avanekirin, hûmanîzma xwe pêş ve nebirin û çanda hûmanîzmê nejiyîn dê li hemberî çanda hûmanîzma gerdunî derkevin. Em nizanin ku ev êrîş dê çiqas berdewam bikin, lê em ê bi hev re bijîn û bibînin ev dê çiqas berdewam bikin. Lê divê em ji bîr nekin ku hêza hişê çandê hêza hiş û tundiya faşîzmê mezintir e.”