ENQERE- Hevserokê KURD DER’a Enqereyê Mustafa Karaman û Rêvebera KURD DER’ê Ferîde Akturan di têkildarî girtina KURD DER’ê de gotin ku tu kes nikare gelê kurd asîmîle bike.
Hikûmeta AKP’ê di bin navê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de her roj biryarnameya derdixe û saziyên kurd mohr dike û digire. Heta niha bi dehan saziyên kurd ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin girtin. Herî dawî komeleyên perwerdeyê yên ku perwerdeya kurdî didin yên wekî KURDÎ-DER ji aliyê hikûmetê ve hatin mohrkirin û girtin. Hevserok û rêveberên KURD-DER’a Enqereyê Mustafa Karaman û Ferîde Akturan di têkildarî girtina komeleyên perwerdehiya kurd de axivîn û diyar kirin ku ziman kok û hîmê jiyanê ye, dîrok bê ziman nabe û jiyanek bê ziman jiyanek bêwateye.
‘EM Ê PÊŞIYA ASÎMÎLASYONÊ BIGIRIN’
Hevserokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman bal kişand ser girîngiya perwerdeya kurdî û wiha axivî: “Di sala 2004’an de heta niha em xebatên perwerdehiya kurdî dikin. Armanca me ew e ku em pêşiya pişaftin û asîmîlasyona zimanê kurdî bigirin û zimanê kurdî bi her awayî pêş ve bibin. Lê dewlet wekî hemû caran dîsa bêtehemûliya xwe ya li dijî zimanê kurdî nîşan da û komeleyên me mohr kirin û girtin.”
‘DEWLET DIXWAZE GELÊ KURD TUNE BIKE’
Karaman da zanîn ku bêtehemûliya dewletê ne tenê li hemberî ziman e û axaftina xwe wha berdewam kir: “Dewlet dixwaze bi her awayî gel kurd ber bi tunekirinê ve bibe. Bi salan e dewlet êrîşî vîn û nirxên geê kurd dike û dixwaze di hemû qadan de pêşketinên gelê kurd asteng bike. Ji ber vê yekê jî dewlet bi taybet ev nêzî du salan e êrîşên xwe yên li dîjî gelê kurd derxistiye asta herî jor.”
‘EM Ê XEBATÊN XWE BERDEWAM BIKIN’
Karaman destnîşan kir ku saziya wan bi awayekî hovane mohr kirin û axaftina xwe wiha domand: “Çend roj berê polîsan ser avahiya me de girtin û bi awayekî hovane deriyê avahiya me mohr kirin. Polîsan got ku di bin navê OHAL’ê de saziya we dê bê mohrkirin. Dibe ku saziya me hatibe mohrkirin, lê bila bê zanîn ku em ê xebatên xwe yên perwerdehiyê heta dawiyê bidin meşandin. Ji bo me hemû mal û kolan cihên perwerdehiyê ne. Em ê jî çanda xwe di hemû mal û kolanan de bidin jiyandin û zimanê xwe bi her awayî pêş ve bibin.”
‘GELÊ KURD JI BO OHAL’Ê BIYANÎ NÎN E’
Rêvebera KURD-DER’ê Ferîde Akturan jî da xuyakirin ku OHAL bi salan e li dijî gelê kurd tê kirin û wiha axivî: “Di avakirina komarê heta niha gelê kurd OHAL’ê dijî. Gelê kurd ji bo OHAL’ê ne biyanî ye. Gelê kurd bi salan e tekoşînê dide meşandin û niha şûn ve jî dê bê navber tekoşîna xwe bide meşandin. Tu hêz nikarin çand û dîroka gelê kurd tune bihesibînin û nirxên gelê kurd binpê bikin.”
‘GELÊ KURD JI VAN ÊRÎŞAN NATIRSE’
Akturan got ku armanca dewletê asîmîlasyona zimanê kurdî ye û axaftina xwe wiha domand: “Em hemû dizanin armanca êrîşên dewletê yên li hemberî saziyên perwerdehiyê asîmîlasyona zimanê kurdî ye. Dewlet ji bo tunekirina ziman bi her awayî êrîşî sazî û dezgehên kurd dike û dixwaze bi vî awayî gelê kurd bitirsîn e. Lê gelê kurd van êrîşan natirse û gelê kurd her tim bi van êrîşan hêz digire û hêza geê kurd her tim mezin dibe.”
‘EM Ê ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’
Akturan da zanîn ku ew ê li hemberî hemû zor û zordariyên dewletê xebatên xwe berdewam bikin û wiha pêde çû: “Li dijî hemû zordariyan em ê xebatên xwe berdewam bikin û em tu caran dev ji doza xwe ber nadin. Dibe ku dewlet ji bo me astengiyan derbixe lê em ê bi awayekî hêz van astengiyan derbas bikin û zimanê xwe her tim din av civakê de bidin jiyandin. Wekî her carê armanca me ew e ku em zimanê xwe di hemû cîhanê de bidin jiyandin û çanda xwe biparêzin.”
‘ZIMANÊ DAYIKÊ MAFÊ MIROVAHIYÊ YE’
Akturan bi lêv kir ku zarokên kurd dê wekî hemû zarokên cîhanê li gorî çanda xwe bijîn û wiha got: “Her zarok dixwazin li gorî çanda xwe bijîn. Ji ber vê yekê jî ji bo zarokan tişta herî girîng zimanê dayikê ye. Zarokên kurd jî dê li gorî zimanê xwe mezin bibin û tu kes bikare ji bo zarokên kurd astengiyan derbixe. Mafê herî mirovî serbestiya zimanê dayikê ye. Bila herkes bizanibe ku zarokên kurd nayên asîmîlekirin û dê van pişaftinên li hemberî zimanê kurdî vala derbixin.”
‘ZIMAN KOKA JIYANÊ YE’
Akturan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên li hemberî ziman sûcê mirovahiyê ye. Di qanûnên navneteweyî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafê herî sereke ye. Divê ku dewleta Tirk jî vî mafî ber bi çav derbas bike û ji bo zimanê kurdî astengiyan dernexe. Dema desthilatdar dixwazin civakê tune bikin destpêkê êrîşî zimanê civakê dikin. Lê em van êrîşan nas nakin û em ê bi ser bikevin. Gelê kurd bi tekoşîna xwe û bi bedelên mezin dan û ev sazî vekirin. Lê hikûmet her roj êrîşî saziyên kurd dike û digire. Ziman koka jiyanê ye. Dîrok bê ziman nabe û jiyanek bê ziman jiyanek bê wateye.”