Ji darên ku qurmên wan zuha bûne berhemên hûnerî diafirîne

MÊRDÎN - Kadrî Başçi yê ku li Mêrdînê hûnera qewartina daran dike, ji êzingên ku ji bo di firinê de bê şewitandin û darên ku qurmên wan zuha bûne berhemên hûnerî diafirîne.

Kadrî Başçi, li Mêrdînê ev 21 sal e tik û tenê hûnera qewartina darên bi awayeke hêsanî dike. Başçi yê ku di zarokatiya xwe de bi rêya resm gihîştiye vê hûnerê, 21 sal e berdewam dike û dixwaze hûnera qewartina daran bidomîne. Başçi yê ku 2 zarokên wî li cem wî bi qewartina daran mezin bûne, ji êzingên ku ji bo di firinê de bê şewitandin û darên ku qurmên wan zuha bûne berhemên hûnerî diafirîne.

'DI ZAROKATIYÊ DE ELEQEYEK MIN Î ZÊDE JI BO HUNERÊ HEBÛ’

Başçi diyar kir ku, pêşiya vê hûnerê wî karê elektironîkê dikir û wiha axivî: "Di karê elektronîkê de min îflaskir û min dest bi vê hûnerê kir. Ji xwe di zarokatiyê de eleqeyeke min î zêde ji bo hûnerê hebû. Piştî îflasê, min dikana qewartina daran vekir û hîn jî berdewam dikim. Baş e ku min di karê elektronîkê de îflaskiriye."

'BI QEWARTINÊ HUNER DERDIKEVE HOLÊ’

Başçi anî ziman ku, ew ji êzingên ku ji bo di firinê de bê şewitandin û li daristanan darên ku qurma wan zuwa bûne tîne û ji wan berhemên hûnerî diafirîne. Başçi wiha axivî: "Dema ku ez dest bi vê hûnerê dikim tiştek pêşiya min tûne ye. Hema ez dest bi qewartina daranadikim û hûner wisa derdikeve pêşiya min."

'EZ GELEKÎ JI VÊ HUNERÊ HEZ DIKIM’

Başçi ragihand ku, ew ji darê zeytûn, tû û gûzan berheman diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev hûnera ku em pêk tînin, demok dirêj ji bo wê divê. Carina çêkirina hinek berheman bi mehen berdewam dike. Ez ji vê hûnerê gelek hez dikim. Ji bo ev hûner berdewam bike, çi ji destê min bê ez ê bikim."