Dewletê kir zindan, Îlyas kir dibistan

EDENE - Li Edeneyê, hunermendê NÇM û solîstê Koma Pelê Îlyas Arzu yê rastî cezayê hepsa malê hat got ku ew ê li malê hatiye hepskirin lê ew ê xebatên xwe yên ders dayîna zarokan bidomîne.


Hunermendê NÇM'ê û solîstê Koma Pelê Îlyas Arzû yê di 5'ê mijdarê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî 9 rojên binçavkirinê rastî cezayê hepsa malê hatibû. Arzû yê ev meheke ji ber cezayê hepsê nikare ji malê derkeve, xebatên xwe yî hunerî yên nîvçe mane, niha li malê didomîne. Zarokên li NÇM'ê dersên deng û entrumanan didîtin, piştî deriyê NÇM'ê bi KHK'ê hat morhkirin, niha Arzû deriyê xwe li wan vekiriye û got, ew ê li maleke 200 metrekareyî dersê bide zarokên ji dersên xwe mane.

‘JI BO XEBATAN NE ASTENG E'

Arzû ragihand ku, beriya NÇM bê girtin, wî ders dida 25 şagirtan û diyar kir ku, niha jî ew tevî 25 şagirtan li malê xwebatên xwe didomîne. Her wiha Arzû da znîn ku, piştî ew rastî cezayê hepsa malê hatiye, hema bêje şert û mercên hepisxaneyeke normal dijî û got, pir cudahiya hepsa malê ji yên normal tune ye. Arzû ragihand ku, ji girtîgehê tenê cidahiya wê ew e ku, li malê bi zarokan re tê gel hev û dersên xwe yî nîvçemayî didomînin û balê kişand ser divêtiya têkoşîna li her qadê. Arzû dest nîşan kir ku, ew ê wek hunermendekî kurd, li dijî van çewisandin û gefxwarinan, li qada xwe xebatên xwe bidomîne û wiha got:"Xebatên min î klîbê hene. Xebatên me yî klîbê yên bi zarokan re hene û ez ê van hemûyan di nav van çar dîwaran de bikim. Ji bo me, saziyên hatine girtin, xebatên wan ranewestiyane an jî neqediyane. Bi hemû elz û bezê em xebatên xwe didomînin."

‘DEWLET TEHEMULÎ VÊ JÎ NEKIR'

Arzû balê kişand ser pêvajoya girtina saziya wan û wiha got:"Ji bo kêliyekê be jî em li dijî bişavtinê rawestin, me saziyên xwe yî wek NÇM'ê vekirin. Lê belê, dewletê tehemulî vê jî nekir û saziyên bi zor û heft bela me vekirin, wan digirie." Arzû yê ku got, "Em dixwazin nifşekî ku hay ji çand û hunera xwe hebe digihînin" dest nîşan kir ku, dewlet dixwaze rê li ber xebatên wan bigire, lê belê ew ê jî li dijî vê têbikoşin.

‘EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN'

Arzû bang li malbatên kurd kir, da zarokên wan çanda xwe ji bîr nekin, divê wan bişînin dersên wan. Arzû anî ziman ku, piştî avahiya wan hat mohrkirin, wan xebatên xwe di nav gel de domandine û wiha axivî:"A rast, cihê çand û hunerê ne nav çar dîwara ye. Cihê hunerê, li nav gel e. Divê em jî, vê hunera ji kesên wek Hozan Serhad, Hogir, Mizgînê ji me re mîrate mane, belav bikin û bigihînin gel."