AMED - Yek ji amûra muzîkê ya herî qedîm ku li ser axa Mezopotamyayê şahidiya hezaran salî kiriye erbane ango def e. Li ber dengê erbanê, herî zêde qesîde û beyt xweş tên gotin û govend li ber tê gerandin. Li bakurê Kurdistanê herî zêde erbane bi derwêşan tê nasîn û derwêş wek mamosteyên erbanê ne. Yek ji van derwêşan jî Nurullah Tatar ê 35 sal in li erbanê dide û heta îro gund bi gund geriyaye û şahidiya têkiliya civakê û erbanê dike.
Li ser xaka Mezopotamya û Kurdistanê yek ji amûrên muzîkê ya herî qedîm û dengê wê xweş erbane ye. Çanda erbaneyê ji hezaran salan heta îro tê û mirovahiyê li ber dengê xwe kêfxweş û mest dike. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê çanda erbaneyê ji derwêşiyê tê û derwêş bi erbaneyên xwe tên nasîn. Erbane, li bajarên Kurdistanê bi taybetî di demên berê de yekane amûra ku govend li ber dihat gerandin û beyt û kilam li ber erbaneyê dihatin gotin. Her wiha erbane di şahiyên olî de jî wek amûreke sereke tê nasîn û mirov dikare bêje ji medreseyan heta şîn û şahiyên civakê dihat bikaranîn.
DENGÊ ERBANEYÊN ÇERM XWEŞ E
Li gorî erbanevanan ku têkildarî erbaneyê agahî didin jî erbaneyên berê bi çermên (post) sewalan dihat çêkirin û dengê erbaneyên ji çermî, li gor yên niha ku li fabrîkayan tên çêkirin xweştir bûye. Lê di salên dawî de erbaneyên çerm nemane û niha hema bêje hemû erbaneyên hene yên li fabrîqeyan hatine çêkirin e. Bi taybetî jî erbane li bakurê Kurdistanê li heremên wek Amed, Xerzan, Botan û Serhedê jî gelek tê bikaranîn. Li heremên wek Amed û Xerzan bêtir çanda erbanê bi derwêşan tê nasîn û di nav civakê de wisa belav bûye. Ji dilê wan êş û elemên di dilê dayikan dibe lorîn diherike nav jiyanê. Dengê erbanê carinan dibe hêsir, dilop dilop dikeve ser axê û carinan jî wek kenê zarokan şahiyê dide dilan.
MIROVAN MEST DIKE
Yek ji van derwêşan jî Nurullah Tatar (55) ê li navçeya Farqîna Amedê ji dayik buye, ji heft salî heta heftê saliyan li ber dengê erbanê mirovan mest dike. Erbanevan derwêş Nurullah hem li erbanê dide û hem jî çanda erbanê ji welatiyan re vedibêje. Dema derwêş Nurullah li erbanê dide, ew awaza ji gewriya wî derdikevin û dema xelekên hesin yên erbanê li hev lal dike hêjayî dîtinê ye.
‘ERBANE MORALA CIVATAN BÛ’
Me li ser çanda erbaneyê li gel erbanevan derwêş Nurullah Tatar hevpeyvînek kir. Erbanevan Tatar ku wek derwêş tê nasîn anî ziman ku, ew lêdana erbaneyê ji bavê xwe derwêş hîn bûye û got, ew gund bi gund digeriyan û ji welatiyan re li erbaneyê didan. Tatar da zanîn ku, bi taybetî li herema Amedê û Xerzan her roj li gundekî tevlî şevbuhêrka gundiyan dibûn û got, dema welatiyên gundan dibîhstin ku ew û bavê xwe çûne gund welatî gelek kêfxweş dibûn.
‘ERBANE PÎŞEYA MIN E’
Tatar destnîşan kir ku, ew erbaneyê ji bavê xwe fêr bûye û got, ev bû 35 sal e li erbanê dide û erbane bûye pîşeya wî. Tatar diyar kir ku, ew bi lêdana erbaneyê debara malbata xwe dike û got, ji bilî erbaneyê nikare tu karekî din bike. Tatar anî ziman ku, tu malê dinyayê wek erbanê ji bo wî ne bi nirxe û wiha got: “Ez bi vê erbaneyê diçim dawet û îcazeya feqiyan. Di îcazeya feqiyan de qasîde û beytan dibêjim. Li dawetan jî stranên dawetan, li gel erbanê dibêjim. Erbane di dilê min de pir şîrîn e. Ez dozdeh meqamên erbanê lê didim.”
‘HETA MIRINÊ EZ Ê XWEDÎ LI ERBANÊ DERBIKEVIM’
Tatar anî ziman ku, çanda erbanê wek berê nayê guhdarkirin û wiha domand: “Piştî ku amûrên modern derketin, çanda erbanê jî kêm bû. Heta mirinê jî ez ê xwedî li çanda erbanê derbikevim û nahêlim winda bibe. Berê qedr û qîmeta erbanê di nav gel de xwedî cihek taybet bû. Lê mixabin niha civak wek zemanê berê xwedî li çanda erbanê dernakeve.” Tatar da zanîn ku, erbaneya heqîqî ji post ango çermên sewala dihat çêkirin û dengê erbaneyên çerm ji yên niha xweştir bû û bang li gel kir ku, xwedî li çanda erbanêyê derbikevin.
ÇÎROKA ERBANÊ
Def di zimanê Îbranîkî de wekî tef tê bikaranîn. Wateya wê jî lêdan e. Di zimanê Sumerî de wekî dub, li nav zimanê Aramî dup, di Erebî de jî wekî doff, daff tê bikaranîn. Burhanî Qatih di ferhenga xwe de li ser defê dibêje: “Li ser darekî ku çerm (post) hatiye rakişandin û tê lêxistin.” Di Ferhenga Mûzîka Îranê ya Erfah Etraî de jî ji bo defê wisa tê gotin: Amûreke ku li ser darekî, çerm tê rakişandin û bi tiliyan tê lêxisin.
Li bakurê Kurdîstanê li herêmên Serhed û Botanê jê re dibêjin def, li herêmên Amed û Xerzan jî jê re dibêjin erbane. Mirov dikare bibêje piraniya kurdên ku li bakurê Kurdîstanê dijîn ji defê re dibêjin erbane. Nîqaşên li ser navên def û erbanê heta roja me ya îro jî li bakurê Kurdîstanê berdewam kirine. Li herêmên Xerzan û Amedê ji daholê re dibêjin def. Peyva daholê peyveke hevedudanî ye û ji bêjeyên du û hêl (hol) pêk tê. Yanî duhêl, duhol, bûye dahol. Ji ber vê yekê li gorî min dê bikaranîna navê daholê rastir be. Her çiqasî li ser peyva erbaneyê tu çavkaniyên nivîskî nehatibin bidestxistin jî, di nava gel de tê gotin ku peyva erbaneyê ji peyva ereb-anî, yanî ereban anî tê. Rawêjeke din jî ew e ku dibêje peyva erbaneyê ji elbaneyê tê. Peyva elbê ji elbikê tê. Elbane jî elbika ku çermek li ser wê hatiye rakişandin e. Wexta ku em van rawêjan tevan bidin ber hev,em ê karibin encameke bi vî rengî derxin holê: Def an jî erbane, ev her du nav jî di nava gel de têne bikaranîn. Ji ber vê yekê bikaranîna her du navan jî rast e.
Bîlal Guldem - dîhaber