COLEMÊRG - Qulûba Sporên Çiyagerî û Xwezayê ya Cîloyê bi pirtûka xwe yî bi navê Rotaya Sporên Çiyayên Colemêrgê û Xwezayî, bi wêneyan çiya û geliyên di demên dawî de bi hinceta "ewlehiyê" ji serdana xwezahezan re hat qedexekirin vedibêje.
Qulûba Sporên Çiyagerî û Xwezayê ya Cîloyê ya Colemêrgê, pirtûkeke ku xwezaya bajêr, rê û rêbazên çûyîna çiya û geliyan tê de cih digire derxit. Di pirtûka bi navê Rotaya Sporên Çiyayên Colemêrgê û Xwezayî ya ji aliyê serokê qulûbeyê Haci Tansû ve hat nivîsandin hat derxistin de, bi wêneyan çiya û geliyên di demên dawî de bi hinceta "ewlehiyê" ji serdana xwezahezan re hat qedexekirin vedibêje. Pirtûka ku di encama xebateke 20 salan de derket holê, ji bo turîstên xwecihî û biyanî di wesfa rehberekê de ye.
Di pirtûkê de rapelîqîna çiyayên bajêr, meşên li geliyan tên lidarxistin, bi awyaekî hûrguliyane tên vegotin û divê rotaya raftîn û bisqilêtên çiyayan çawa bin tê tarîfkirin.
‘JI BER QEDEXEYAN HER JI DÛRA LÊ HAT NIHÊRÎN'
Haci Tansû anî ziman ku, ew bi salan li gel turîstên xwecihî biyanî tevî sporên xwezayê bûye û got, her mêvanê dihat ji ber der barê Colemêrgê de rehberek tune ye, gilî û gazinc dikirin. Tansû diyar kir ku, pêdivî bi xebateke wisa hebû û ji ber qedexeyan bi salan ji dûra ve li çiya û geliayn diha nihêrîn.
JI GELIYÊ ZAPÊ HETA ÇEMÊ HÊSANÊ...
Tansû anî ziman ku, pirtûk bes faaliyetên çiyageriyê di xwe de nahebînin, di heman demê de ji bo faaliyetên sporî yên din jî rêgehek e û wiha axivî: "Li Geliyê Zapê, li Çemê Hêsanê yê Şemzînanê, li çemên din ên Colemêrgê, li kuderê kan tê kirin, li kuderan raftîng tê kirin, li kuderê spora bisqilêtan tê kirin, ev hemû bi awayekî rotayî di me di pirtûka xwe de cih daye wan. Bi taybetî ji bo danasîna çiyayên Colemêrgê û qadên sporê yên din, ji bo kesên tên Colemêrgê û ji bo kêliyekê be jî pesariya çanda bajêr bike, pêdviya çêkirina pirtûkeke wisa li me peyda bû."
JI BO KESÊN DIXWAZIN COLEMÊRGÊ NAS BIKIN
Tansû parve kir ku, pêşî wan 5 hezar pirtûk çap kiriye û wiha got: "Xebatên ku me bi salan dikir, bi navê pirtûka 'Rotaya Sporên Çiyayên Colemêrgê û Xwezayê' temam kir. Ji niha û pê ve, kesên bixwazin werin Colemêrgê û bixwazin bajêr û çanda wê nas bikin, ev di wesfa rehberekê de ye."
‘BILA DAWÎ LI QEDEXEYAN BÊ'
Tansû xwest demildest dawî li qedexeyan bê û wiha axivî: "Divê demidlestd awî li qedexeyan bê û heke dubare gelî û çiyayên Colemêrgê ji bo xwezahezan vebibe, wê ev me kêfxweş bike. Dema qedexe tune bûn, zêdeyî 2 hezar mirovan serdana vana dera kir û piştevaniya aboriya bajêr kirin. Ji ber vê divê demildest dawî li qedexeyan bê û em dixwazin dubare ji bo xizmeta xwezahezan rê lê bê vekirin."