DUHOK- Guldesteya helbestan “Berf û Agir” a yek ji nûnerên girîng ê helbesta kurdî ya modern helbestkar Mueyed Teyib, bi wergera tirkî ya nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, xwe gihand ber destê hebesthezan. Di guldesteya helbestan a Teyib de; bi ziman, têma, metefaor û hêmayên xwe, li gel sihra xwemal a helbestê; helbestên ku xewn û xeyal, êş û azar, hêvî û bendewariyên neteweyekê li xwe kiriye bar cih digirin.
Guldesteya “Berf û Agir” (Kar ve Ateş), a yek ji pêşengên helbesta modern a kurdî Mueyed Teyib ê devoka behdînî ya zaravayê kurdiya kurmancî bi mecraya xwe yî helbestî bi pêş xistiye, bi wergera nivîskar û akademîsyen Selîm Temo û bi edîtoriya helbestkar Kawa Nemir, ji Weşanên Lîsê der çû. Heman guldeste berê, dîsa ji aliyê Temo ve ji alfabeya erebî bo ya latînî tîpguhêziya wê hatibû kirin û di 2014’an de bi navê “Ne ba min siwar dike, Ne ax min peya dike” ji Weşanxaneya Avestayê der çûbû. Guldeste ji 46 helbestan û 3 beşan pêk tê. Mueyed Teyib bi hişmendiya helbestî ya civakiyî û rasteqîne; bi feraseta xwe yî peyv, ziman, teşe û hêmayî, hemû nirxên zimanekî qedexe û gelekî ku li dijî bindestiyê serî rakiriye, li xwe kiriye bar û di bin vî barî de tevdigere.
Helbestkar di “Berf û Agir”ê de hema bêje wek “weqanuvîsekî mehzûn” li helbestên xwe şahidiya Enfalê, trajediya 1991’ê, birakujiyê û realîteya Başûr bar dike û li ser vê rasteqîniyê helbesta xwe hûnandiye. Bi tebîeta gerdûnî ya helbestê; mirov, jiyana zor û zehmet, karker, cîhana hejar û xizanan, sirgûnî, hestên mirovên êş û azara zindanê li wan peyda bûye, bi bêrîkana azadiyeke xwerû û pak, bi xweşikayiya şênber û lîrîzma helbestê dide der. Û wek divêtiyeke helbesta civakiyî û rasteqîne li dijî neheqî, bêedaletî û emperyalîzmê; serîhildanê bi diyalekta şoreşê, bi ziman û vegotineke herêmî li nêv muhtewaya helbestê bi cih dike.
Derheqê “Berf û Agir” a hat wergerandin û serpêhatiya helbesta wî de, me bi Teyib re kurtesohbetek kir. Teyib dibêje, helbest li cem wî rengvedana derûnê helbestvanî ye û ew bi çi biêşe, derbirînê ji wê êşê dike.
‘TIŞTEKÎ XWEZAYÎ YE, XEM Û ÊŞÊN WELATEKÎ YÊ MIN BIN’
Teyib ê di sala 1957’an de li bajarê Duhokê yê Herêma Federal a Kurdistanê tê dinê, ji dibistana seretayî heta lîseyê li Duhokê dixwîne, paşê di 1978’an de li Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Bexdayê bi cih dibe, li vir di Radyoya Kurdî û heftenameya Hawkariyê de dixebite. Hîn di pola yekemîn de ye, helbestên wî ji aliyê rejîmê ve tên qedexekirin. Li gel vê qedexeyê jî, helbestên wî li nav gel belav dibin, tên jiberkirin û awazkirin. Teyib derbarê vê de wiha dibêje: “Di mala me de, em 7 bira bûn. Ê herî biçûk ez bûm. Li sala 1961’ê , dema Şoreşa Barzanî dest pê kirî, babê min û du birayên min hatin girtin û bi salan di zindanê de man. Birayekî min bû pêşmerge. Temenê min wê demê 6 sal bûn. Mirov di maleke wiha de perwerde bibe, tiştekî xwezayî ye xem û êşên Kurdistanê, xem û êşên min bin û di helbestên min de reng vebidin. Ez hêşta ciwan bûm, ketim ber gefên rejîma Baasê û neçar bûm li Bexdayê dev ji zanîngehê berbidim û bi du birayên xwe re bibim pêşmerge. Û weha êşa Kurdistanê ne tenê êşa welat û neteweyên min bûye, belkî êşa min ya şexsî jî bûye.”
‘HELBEST LI CEM MIN RENGVEDANA HELBESTKARÎ YE’
Teyib di wê qenaetê de ye ku; mafek li ser helbestê heye, hemû miletan her çaverêya helbestkaran kiriye ku; dengê wan bin, derevaniya xewn, jan û hêviyên wan bin. Teyib di helbesta xwe de, peyamên civakiyî-rasteqîne li parzûna estetîzmê dixe, tercîhên xwe yî siyasî-polîtîk li pêşiya endîşeya estetîka helbestê nake bend û wiha dibêje: “Helbest li cem min rengvedana derûnê helbestvanî ye. Ez bi çi diêşim, ez derbirînê ji wê êşê dikim. Lê her tim hayê min ji aliyê estetîka helbestê jî hebûye û min tu carî helbestên xwe nekirine silogan. Ji ber ku îşret û slogan aliyê hunerî yê helbestan dikujin.”
Di berf û agirê de, dema mirov bala xwe didê rastî gelek keresteyên folklorîk, stran, çîrok hwd tê, lê helbestkar tu carî vana li navenda helbesta xwe û muhtewaya wê bi cih nekiriye û helbesta xwe bi temamî nespartiyê, bes hinekî pê vegotina helbesta xwe xweş kiriye. Lê di helbesta Teyib de, li gel vana hemûyan, herî zêde metaforên wek “agir” û “berfê” bala mirov dikêşin:
Ne ezbenî
Neke kenî!
Welatê min befr e, befr e û
Kengî befir bûye tenî?
Ne ezbenî
Neke kenî!
Welatê min ne rûbar e
Li nav deryayê berze bit
Welatê min ne buhar e
Havîn dê hêt û çirmisît
Ne, welatê min çiya ye û
Çiya ji cihê xwe nalivît
Befra me jî
Her a ketî û
Her
Dê
Kevît!
…
Dema em dipirsin ji bo çi welatê te “berf” û ji bo çi helbestkar dixwaze xwe bi “agir” bişo û li berfê bê binaxkirin, Teyib wiha dibersivîne: “Berf li cem min pakî û xweşikî ye, lê di eynî demî de jî serma ye. Ez ji berfê hez dikim, lê ji bo ku ez xweşiyê ji berfê bibînim pêwîste, ez li agirekî bim. Berf Kurdistan e. Ji bo ku ez azad û serfiraz bijîm qedera me ye ku em şoreşê bikin. Şoreş jî ew agir e.”
Rêdûr Dîjle-dîhaber