STENBOL - Li Stenbolê komeke meraqdarê wêneyan ên li ser medyaya civakî hev nas dikin, di dawiya her hefteyê de carinan bi beşdarbûyîna hin kesên xwedî tecrûbe geştan li dar dixin û hin nuansên wênekêşiyê hîn dibin.
Li Stenbolê hin meraqdarên wêneyan, li ser demyaya civakî xwe gihandin hev û komeke bi navê "Luminary Fotoğraf Grubu" ava kirin. Endamên vê komê, yên di nav wan de kesên bi salan bi wênekêşiyê re eleqedar dibin hene, di dawiya her hefteyê de geştan li dar dixin û di van geştan de nuansên wênekişandinê hîn dibin û ceribînên xwe bi hev re parve dikin.
Ji rêveberên komê Melîh Erşahîn diyar dike ku, di zarokiyê de meraqa wî ji bo wêneyan hebûye û anî ziman ku, ew 6-7 sal berê beşdarî komên wêneyan bûye û paşê wan ev kom ava kiriye.
BI PARVEKIRINÊ HÎN DIBIN
Erşahîn got, di geştên ew li dar dixin de, bi piranî li nav bajêr cihên dikaribin wêneyan bikêşin tercîh dikin û parve kir ku, dema ew dertên derveyî bajêr jî, bi piranî li gor erdnîgariyê deverena diyar dikin. Erşahîn ragihand ku, hin kes bi telefonên xwe yî baqil jî tevlî geşta wan dibin û wiha got: "Hin kesên nû bi wêneyan nasîna wan çêdibe jî hene. Divê çi û çawa bikin, em alîkariya wan dikin."
Erşahîn got, bi giştî ew wêneyên civak-jiyanê yan jî wêneyên di terhê belgefîlman de dikêşin û dest nîşan kir ku, bi wêneyên ew dikêşin, dem dem beşdarî pêşbirkan jî dibin.
Cem Eyîdogan jî diyar kir ku, ew 4-5 sal e bi wênekêşiyê re eleqedar dibe û ev saleke jî, bi komê re tevlî geştan dibe. Eyîdogan got, ew xwe van geştên wêneyan re bi pêş dixe û anî ziman ku, ew beşdarî hin pêşbirkan bûye û di van pêşbirkan de ketiye rêzê.