AMED - 2'yemîn Mîhrîcana Fîlm Amedê bi diruşmeya “Sînemaya bêsînor” li Amedê dest pê kir. Sînemageran di vekirina mîhrîcanê de balê kişandin ser zordestî û astengiyên li dijî hûnerê û gotin, tu kes nikare qeyumê tayînî xeyalan bike.
2'yemîn Mihrîcana Fîlm Amedê ya bi pêşengiya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li Amedê dest pê kir. Mîhrîcan, ji ber desteserkirina şaredariyên DBP’î yên bi tayînkirina qeyûmê pêk hatin, ku şaredarî piştgirî dida mîhrîcanê hatî bû teloq kirin. Li ser vê mîhrîcan bi piştevaniya Şaxa Egitim-Senê, TMMOB û Mala Cemê hat lidarxistin. Mîhrîcan li eywanên konferansê yên Şaxa Egitim-Sen û Şaxa TMMOB’yê yên Amedê dest pê kir. Gelek sînameger, rojnamevan û sînemahez beşdarî vekirina mîhrîcanê bûn û mîhrîcan bi rêzgirtina ji bo kesên di rêya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
‘NIKARIN QEYÛMÊ TAYÎNÎ XEYALÊN ME BIKIN’
Sînemager Şêrko Kanîwar axaftina vekirina mîhrîcanê kir û wiha axivî: “Sînemaya me bê sînor e ji ber ku têkoşer e. Sînemaya me bê sînor e ji ber ku, ev sînema berxwedêr e û li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi dirûşmeya Sînemaya bê sînor e. Dibe ku eywanên me bigrin, dibe ku di zindanan de temenê me bi awayek fîzîkî birizînin. Gelo ev ê bikaribin qeyumê tayînî xeyalên me, hêviyên me bikin. Ew tu carî nikarin rûmeta me hêviyên me û stranên me ji me bidizin. Em tu car serî natewînin. Em ê li her derê hûnera xwe pêşkeşî hûnerhezan bikin.”
‘LI KUÇEYAN JÎ BE WÊ MÎHRÎCAN BÊ LIDARXISTIN’
Li ser navê Komîteya Amadekariya Mihrîcanê sînameger Îslam Dagdevîren jî anî ziman ku, bi pêvajoya destpêkirina mihrîcanê re şaredarî bi riya qeyûmê hatin desteserkirin û wiha got: “Dixwastin vîna gelê kurd bin pê bikin. Em wekî hûnermend vê yekê qebûl nakin û li kuçeyan jî be em ê mîhrîcana xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê mîhrîcan bi dirûşmeya bêsînor hat lidarxistin.”
‘SÎNEMAYA BÊSÎNOR QEBÛL NAKIN’
Dagdevîren diyar kir ku, ew dê mîhrîcanê li her çar aliyên cîhanê bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Sînema bi xwe sînor qebûl nake. Mirov dikare li her derî pêşkeşî temaşevanan bike. Em wekî sînameger sînoran nas nakin.”
Piştî axaftinan, sînemahezan guhdariya Pîyanîst Sergîo kir.
BI FILMÊ QIRKIRINA ENFALÊ DEST PÊ KIR
Di vekirina mîhrîcanê de filma Bîranînên Li Serkevirî ya Derhêner Shawkat Amîn Korkî hat nîşandan. Di film de du hevalên bi navê Huseyîn û Alan qirkirina El-Enfal’ê digirin dest. Di film de her du heval hîn dibin ku gihiştina rastiyan di riya sînemageriyê de derbas dibe. Derhêner Shawkat Amin Korkî jş bi dîmenkêşa xwe milekê qirkirina Enfalê nîşan dide, aliyê din zor û zehmetiya sînemageriyê dibîne.
Wê mîhrîcan sibê jî bi nîşandana kurtefilman berdewam dike.