2'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlmên cûr bi cur didome

AMED - 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 2'yemîn de berdewam kir û li mîhrîcanê fîlmên cûr bi cûr yên metrajdirêj û kurtefîlm hatin pêşandan.

2'yemîn Mihrîcana Fîlm Amedê ya bi pêşengiya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li Amedê dest pê kir, di roja 2'yemîn de berdewam dike. Mîhrîcan, ji ber desteserkirina şaredariyên DBP’î yên bi tayînkirina qeyûmê pêk hatin, ku şaredarî piştgirî dida mîhrîcanê hatibû teloq kirin. Li ser vê, mîhrîcan bi piştevaniya Şaxa Egitim-Senê, TMMOB û Mala Cemê hat organîzekirin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de, li avahiya Şaxa Egitim-Sen, Şaxa TMMOB û Mala Cemê fîlm bi beşdariya sînemahezan hatin pêşandin.

Di roja duyemîn de li Mala Cemê fîlmên bi navê “Qemçurçî, Neqş, Dara Hinarê, Ez û Ez, Zarzalak, Azad, Daristan, Piyê Min Toz Şekir, Kurte Fîlmek Li Ser Wong Kar Waî, Bîranîna Hespê Reş” hatin pêşandan.

Li Şaxa Egîtîm Senê fîlmên wek “Ser, Hêk, Kurdistan Ku Derê Ye, Mast, Derba Zêrîn, Kolonî, Veşartî” hatin pêşandan.

Li TMMOB’ê jî fîlmên wek “Kolonî, Paçikê Tozê, Baglar” hatin pêşandan.