Di Mihrîcana Film Amed de semînera sîneyama Îranê

AMED - Di roja 3’emîn a Mîhrîcana Fîlm Amed de ji bo bîranîna derhênerê navdar ya Îranî Abbas Kiyarûstemî semîner hat lidarxistin.

Mihrîcana Fîlm Amed a 2’emîn ku di pêşengiya Akademiya Sinemayê ya Rojhilatanavîn û piştevaniya şaxa Egitim Sen, TMMOB û Komaleya Pîr Sultan Abdal de tê lidarxistin didome. Mîhrîcanê îro bi semînera ji bo bîranîna derhênerê navdar ya Îranî Abbas Kiyarûstemî û sînemaya Îranê li şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê destpê kir.

‘SÎNEMA DERXISTIN KOLANÊ’

Semîner bi kurte filma yekem a derhêner Kiyarûstemî destpê kir û bi axaftinên nivîskarê sînemayê Ovgu Gokçe berdewam kir. Gokçe balkişand li ser rol û mîsyona Kiyarûstemî ya li ser sînemayê û wiha axivî: “Sînemaya modern ya li Îranê bi Abbas Kiyarûstemî ji nû ve destpê kir. Kiyarûstemî sînema derxist kolanê. Bandor li sînemaya kurd jî kir. Bi Kiyarûstemî re sînemaya Îranê rastiyan re bû bi rû ma. Derhênerên Îranî di sala 1950’an de sînemayê bi temamî kolanê de kêşandin. Kiyarûstemî din ava sînemaya xwe de ji sînemaya Îranê re jî bû referans.”

KURTE FILMÊN DERHÊNERÊ ÎRANÎ HAT NÎŞANDAN

Semîner bi nîşandana kurte filmê derhênerê navdar Kiyarûstemî ya yekem ya bi navê Nan û Kûche berdewam kir. Film 10 deqeyan dirêje û mijara filmê li ser zarokê nan destê wî de di kolanê de rastê kûçikê tê digire dest. Piştre jî filmê derhênerê ya Yakin Plan ya di sala 1991’an hatî kêşan hat temaşekirin. Filmê Yakin Plan jî kesê ku xwe bi wekî derhêner Mohsen Makhmalbaf di de naskirin û tê girtin digire dest.

Semîner bi nîşandana filmên derhênerê navder û hevpeyvînê berdewam kir. Mîhrîcana Film Amed jî bi hemwext 3 navendan nîşandana filmên didome.