Peşnûme 'fermana kuştina hunerê ye'

ANTALYA -Serokê Kultur-Sen'ê ya Antalyayê Seyfî Turan li hemberî pêşnûmeya qanûnê ya girtina 52 saziyên hunerê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hat amedekirin û dê pêşkêşî Meclîsê bê kirin nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev pêşnûme tê wateya fermana kuştina hunerê.

Pêşnûmeya ku ji bo girtina 52 saziyên hunerê yên di nav de Şanoyên Dewletê, Orkestrayên Senfoniyê yên Dewletê, Koma Reqsên Gel ê Dewletê, Koroya Pirdengî ya Dewletê û fakulteyên perwerdehiyê yên zanîngehan, lîseyên hunerê û konservatuar jî di nav de hate amadekirin li bendê ye ku di rojên pêş de bê rojeva Meclîsê. Serokê Kultur-Sen'ê ya Antalyayê Seyfî Turan diyar kir ku pêşnûme tê wateya "fermana kuştina hunerê" diyar kir ku tişta ku tê xwestin bê kirin modelekî pêkûtîker û paşverû ye.

'DIXWAZE HUNERA XWE YA PAŞVERÛ BIAFIRÎNE'

Turan destnîşan kir ku hikûmet bi vî pêşnûmeyê dixwaze hunera hemdem ji holê rake û hunera xwe ya paşverû biafirîne. Turan anî ziman ku pênaseya hunerê ya gerdunî temsîlkirina gel, îfadekirina gel û tengasiyên gel parve dike ye, ji ber ku hikûmet vî saziyê ji bo xwe wekî alternatîfekî dibîne dixwaze van saziyan ji holê rake û veguherîne saziyên ku ew dixwaze.

'NAVEROK TÊ VEŞARTIN'

Turan da zanîn ku hikûmetê berê jî bi navê Saziya Hunerê ya Tirkiyeyê (TUSAK) pêşnûmeyek amade kir, ji ber ku cihana hunerê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da ev pêşnûme paşve hate kişandin û wiha berdewam kir: "2 sal derbas bû lê niha xebatekî bi vî rengî dîsa tê rojevê." Turan got ku naveroka xebatê tam nayê zanîn û wiha axivî: "Ango ev xebetî çawa ye, gelo tiştekî wekî TUSAK'ê ye? Yan bi temamî tê xwestin bigirin, tune bikin? Em naverokê nizanin. Lê tiştên ku xuya dike dê saziyên hunerê bên girtin."

'CIVAKEKE BÊHUNER DÊ JI BO PÊŞEROJÊ ÇI BIHÊLE'

Turan bilêv kir ku girtina saziyên hunerê tê wateya qedexekirina fikrên ku civak xwe îfade bike û wiha got: "Huner nirxek e. Civaka ku ji vî nirxê bêpar e, civakekî ku nikare bifikire, xwe îfade bike û civakeke bîat bike ye. Huner her tim bûye alternatîf. Em li cografyayekî dîroka hunerê pir kevn e dijîn. Peykerên ku beriya 3-4 hezar sal hatine çêkirin hene. Heke hunermendan ev tişt çênekiribana der barê paşerojê de me yê tiştek nizaniba. Em ê hîn nedibûn ku çi fikirî ne, çawa jiyan kirine. Civakeke bêhuner û bêçand dê ji bo pêşerojê çi bihêle?"

'DIVÊ SEKNEKÎ CIDÎ BÊ NÎŞANDAN'

Turan diyar kir ku divê şanoger, peykersaz, resam hemû kesên ku di saziyên hunerê de dixebitin bên cem hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li dijî rewşa ku tê jiyîn deng derxînin. Hê pêşnûme nehatiye rojeva Meclîsê divê li hemberî vê seknekî cidî bê nîşandan. Divê ev pêşnûme ji Meclîsê dernekeve. Heke ne wisa be em nikarin tiştên îro ragihînin pêşerojê."