AGIRÎ - Navenda Çandê ya Semayê ji bo tebîeta xwendina pirtûkan bide der û rêjeya xwendina pirtûkan zêde bike bi navê "Qumbereya Pirtûkan" kampanyayek da destpêkirin.
Navenda Çandê ya Semayê ya di bin banê Şaredariya Agiriyê de xizmetê dike, ji bo tebîeta xwendina pirtûkan bide der û rêjeya xwendina pirtûkan zêde bike bi navê "Qumbereya Pirtûkan" kampanyayek da destpêkirin. 3 qumbereyên li navenda Agiriyê, Zanîngeha Îbrahîm Çeçen û Kolana Tahîr Elçî hatin danîn, pirtûkên di hudnurê van qumbereyan de, wê ji dibistanên gundên berê hatine diyarkirin re bên şandin. Rêvebera Navenda Çandê ya Semayê Avşîn Aslan têkildarî kampanyayê de agahî dan û got, mebesta wan a ji vê kampanyayê danderiya tebîet û hînbûna xwendina pirtûka ye.
LI HER KUÇEYÊ QUMBEREYEK
Aslan anî ziman ku, armanca wan ew e ku li her kuçe û kolanên bajêr qumbereyan bi cih bikin û wiha got: "Armanca me li hemû kuçe, kolan û gundan bicihkirina qumbereyan e. Lê belê, em ê di rojên pêş de hejmara qumbereyan zêde bikin."
WÊ PIRTÛK JI BO GUNDAN BÊN ŞANDIN
Aslan diyar kir ku, wê qumbere dem dem bên valakirin û wiha axivî: "Dema di hudnurê qumbereyan de 150 pirtûk bi cih bibin, wê bên valakirin. Bi vî awayî pirtûkên em bi dest bixin, em ê bişînin gundên berê me ew diyar kirine." Aslan balê kişand ser girîngiya xwendinê û wiha domand: "Her ku rêjeya pirtûkan zêde bibe, wê ferdên bîrbir bigihên. Civakeke ji êand û hunerê dûrketî tê afirandin. Di van rojan de, êdivî bêtir bi kesên xwedî li çanda xwe derdikevin heye. Ez bawerim wê mirov bi hestiyarî nêzî kampanyaya me bibin. Her pirtûka bexşî kampanyayê bê kirin, li cem me qîmeteke wê yî zêde heye."
‘WÊ PIRTÛKEK BIBE 100 PIRTÛK'
Aslan balê kişand her pirtûka ku wê têkeve qumbereyê û wiha got: "Li cihekî xwendina pirtûkan zêde bibe, rêjeya bîrbiriyê jî zêde dibe. Mirovên pirtûkan dixwînin, refleksên wan î ji bo hawirdorê jî hestiyartir in. Her pirtûkeke têkeve qumbereyê wê bibe 100 pirtûk û li destan bigere. Bi vî awayî em ê xwe bigihînin bi sedan mirovî."