Di Fuara Hunerê de G20 hat rexnekirin

STENBOL - Fuara Hunerê ya Stenbolê ku ligel Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê hat li darxistin, bi berhemên xwe yên rexne li welatên G20 dikin balê dikişînin.

Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê ku îsal 35’emîn car tê pêkanîn, dê heta 20’ê Mijdarê ji pirtûkhezan re vekirî be. Her wiha 26’emîn Fuara Hunerê ya Stenbolê ku bi fuara pirtûkan re hat vekirin mijara wê ya bingehîn koçberî bû. Organîzasyona pêşengeha ku bi mijara “Axanên ne dihatin hêvîkirin” hunermen Ezgî Bakçay girt ser xwe. Li fuara hunerê berhemên gelek hunermendan hatin pêşandan û berhemên hunermandan ên derketine pêş bal kişandin.

BERHEMÊN LI FUARÊ HATIN PÊŞANDAN

Li salona 7’emîn a fuara berhemên hunermendê seramîkê Onder Tokuç ê bi navê “Egeya Xemgîn” tên pêşandan. Sedema navê berhemên Tokuç a bi navê “Egeya Xemgîn” ji ber penamberên di Behra Egeyê de dimirinin. Di berhemên ku bi seramîkê hatine çêkirin û mijara wê koçberiye welatên G20 rexne dike.

Li ser fuzeyên bi seramîkan hatine çêkirin alên welatên G20 hatine bicihkirin. Ligel wê kaseyên ku fîgurên mirovan têde hatine bicihkirin cih digire balê dikişîne ser peymanên welatên G20 ên ku ji bo penaberan di nava xwe de amade kirine.

Karkerên Kazovayên Azad jî bi berhema xwe ya bi navê “Qazaxa bêyî Karsaz” li salona 7’emîn a Galeriya Hunera Dijber qaxazên xwe yên nû cihê xwe di fuarê de girtine. Karkera Kazovayên Azad Aynur Aydemîr derbarê hilberînên xwe de ev tişt anîn ziman: “Em çente, qaxaz û tîşortan çêdikin. Em plandikin ku hîn ên xweşiktir çêbikin. Em ê di demek kinde pantolonan jî çêbikin. Ji bo hilberînek baş pêwîstiya me bi karkeran heye. Em dixwazin heval tevlî nava me bibin. Ger em bixwazin em dikarin hilberîna bêyî karsaz ava bikin. Deriyê me ji bo kesên ku dixwazin bi me re bixebitin vekiriye. Ger em serbikevin em ê bi hevre serbikevin û ger em birçî jî bimînin em ê bi hevre birçî bimînin.”

HUNERMENDÊN KURD JÎ LI FUARA HUERÊ NE

Rojnamegerê kurd Siyabend Çetîn jî bi pêşengaha “Azadbûn” di fuara hunerê de cihê xwe digirie. Çetîn, wêneyên ku di demên cuda de li Qendîl, Mexmûr û Herêma Federa ya Kurdistanê pêşan dide. Çetîn, bi wêneyê ku di Newroza Qendîlê de bi bafiroka kesek, sor û zer wêne kişandiye derdikeve rê û pêşangeh vekiriye balê dikişîne ser xwe. Çetîn derbarê fuarê de wiha dibêje: “Tu wêne û tu pênûs nikare were bêdeng kirin. Dema ez li berhemên di fuarê de dinêrim rexneyek têde heye. Bertek û renxe heye lê divê ev zêdetir bibe.”