ÊLIH - Aysûn Kaya ya ku qet neçûye dibistanê, piştî çû qursê hînê wêneçêkirinê bû. Kaya ya ku ev 4 sal e bi boyaxa neftî tabloyan çêdike, piştî Mala Gel a Mûsa Enter ji aliyê qeyûm ve hat girtin wêneyan çênake.
Aysûn Kaya (30) a li Taxa Cûdiyê ya Êlihê dijî, ev 4 sal e bi boyaxa neftî tabloyan çêdike. Kaya ya ku heta niha zêdeyî 30 tablo çêkirine, qet neçûye dibistanê. Kaya ya ku ji zarokatiyê de xeyala wê wênesazî bûye, wê xeyala xwe 4 sal berê li Mala Gel a Mûsa Enterê bi qurseke wêneyan pêk anî. Kaya ya ku got, "Wê kêliyê rewşa min î ruhî çi be ez wê xêz dikim" anî ziman ku, ew xêzkirinên xwe sînordar nake û çi bê hişê wê xêz dike. Kaya anî ziman ku, li Êlihê ew cihekî nabîne ku tabloyên xwe bipêşîne û xebatên xwe bidomîne û wiha axivî: "Cihekî ku karibim tabloyên xwe berpêş bikim û xebatên xwe bidomînim dixwazim."
‘EV 4 SAL E BI BOYAXA NEFTÎ TABLOYAN ÇÊDIKIM'
Kaya ragihand ku, xêzkirina wêneyan ji zarokatiyê ve li wê peyda bûye û wiha domand: "Ji bo ez vê xeyala xwe pêk bînim, 4 sal berê li Mala Gel a Mûsa Anter çûm qursê. Min salekê dersa qelemrejî dît. Lê belê, ji be rmin nikaribû qelemrejî çêbike, mamosteyê min pêşniyar kir ku, ez wêneyên bi boyax neftê çêbikim. Ez jî ev 4 sal e wêneyên bi boyaxên neftê çêdikim. Nêzî 30 tablyên min hene."
‘JIXWEBERÎ XÊZ DIKIM'
Kaya anî ziman ku, ew tabloyên xwe bi awayekî jixweberî xêz dike û wiha axivî: "Têmayeke ku ez li ser rawestim tune ye. Têkildarî her tiştî xêz dikim. Wê rojê ez çi hîs bikim wê xêz dikim. Çi ji dilê min bê, bi awayekî jixweberî xêz dikim."
DI TABLOYÊN XWE DE JINÊN ŞENGALÎ VEDIBÊJE
Kaya dest nîşan kir ku, ew komkujiyên bi serê kurdan hatine di tuwalê de dide der û wiha got: "Min di xebateke xwe de, behsa zilma DAIŞ'ê kir. Di tabloyê de, kesên kincreş û di dest wan de çek DAIŞ'iyan temsîl dikin. Yên bi kincên spî û ji wan direvin jî, jinên êzidî ne. Ev jin ji ber barbariya DAIŞ'ê direvin û li Çiyayên Şengalê bi cih dibin. Di tabloyeke din de jî, min qijikên berateyan ên xwîna mêr û jinên kurd dimêtin xêz kiriye. Dema qijikên berateyan xwîna ciwanên kurd dimte, dê û bavên van ciwanan jî bi awayekî neçar temaşeyî van pêkûtiyan dikin."
‘JI BO PÊŞANGEHÊ CIHEKÎ NABÎNIM'
Kaya ragiahnd ku, ji bo tabloyên xwe bipêşîne qadekê nabîne, ji be rli Êlihê galerî tune ye, nikare pêşangehê vebike, ji bo pêşangehêd ivê biçe Amedê, lê belê ji ber derfetên wê tune ne, niha wê tabloyên xwe li malê li odeyêyê veşartine.
‘DEMA JIN BIXWAZIN DIKARIN HER TIŞTÎ BIKIN'
Kaya li dijî hepskirina malê ya jinê bertek nîşan da û wiha got: "Em jin tenê wek eksên li malê xwarinê çêdikin, karê malê dikin tênd îtin. Halbûkî jin wêneyan dikare wêneyan jî çêbike, dikare hunerê jî bike. Dema jin bixwazin dikarin her tiştî bikin."
‘MIN NAVBER DA ÇÊKIRINA TABLOYAN'
Kaya got, ji roja Mala Gel a Mûsa Anter ji aliyê qeyûmê tayînkirî ve hatiye girtin, wê navber daye çêkirina tabloyên xwe û wiha lê zêde kir: "Li malê qad û nêvengeke ku xebatên xwe çêbikim tune ye. Ji ber vê, ev 4 meh e min tu tablo çênekirine."