ÊLIH - Li navçeya Heskîfê ya ku wek dergûşa mirovahî û dîrokê tê nasîn, Dêra Mor Aho ya Suryaniyan ku 1500 salî ye bi tunebûnê re rû bi rû maye. Ev dêr wek navenda zanista wê demê tê zanîn. Her çiqas ji ber bêxwedîbûnê hin aliyên dêrê hilweşiya bin jî û hîn jî li ser piya be û li ber xwe bide jî, lê xatir ji mirovahiyê dixwaze.
Li şûnwara dergûşa zanistinî û mirovahiyê, li Heskîfa Êlihê gelek cihên dîrokî û qedîm hene. Yek ji van cihên wek îbadetxaneya pîroz a Suryaniya tê nasîn jî Dêra Mor Aho ye. Dêra Mor Aho, li quntarê Çiyayê Raman û li ser girekî li qeraxa Çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Şûngeha pîroz a Suryaniyan Mor Aho, ev hezar û 500 sal e li ber xwe dide. Du aliyên dêrê ango dîwarên wê ji ber xemsariya mirovahiyê hilweşiyan e. Dîwarên dêrê yên ku bi ser hev de ketine şahidiya dîroka şaristanî û çandeyî dike. Li dêra xerabûyî, bêhna dîrokê tê û diyar dibe ku, malovaniyê ji bîr û baweriyan re kiriye. Du têketin, du qat û gelek odeyên dêrê hene. Ji ber xemsariyê dêr niha bûye wargeha sewalên kovî.
TESCÎL HEYE, LÊ XWEDÎDERKETIN TUNE YE
Ev dêra qedîm ji aliyekî ve her diçe li ser rûyê erdê şopên wê winda dibin û ji aliyekî ve jî bi talûkeya di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne li ber xwe dide. Her çiqas ji aliyê Muduriyeta Turîzm û Çandê ya Bajarê Êlihê ve hatibe tescîlkirin û ew xistibin bin parastinê jî, lê heta niha tu kes ne li dêrê dipirse û ne jî restore dike.
WEK KAVILEKÊ MAYE
Dêr li ser 600 metrekareyî hatiye lêkirin û mirov dikare bêje ji bilî dîwarên koşeyan tu alî saxlem nemaye. Di hin odeyên dêrê de ku li ber xerabûnê ne jî nivîsên dîrokî tên dîtin. Di navîna dêrê de bîrek jî heye û dibe ku ava binê bîrê di xuşxuşe ser Çemê Dîcle yê. Dema mirov ji nêz û dûr ve li dêrê dinêre tenê wek kavileke dîrokî xuya dike.
CIHÊ ILM Û ZANISTÊ BÛYE
Dêr li derdora Piştî Zayînê di sala 770’î de hatiye avakirin û di dema xwe de wek cihê herî pîroz tê zanîn. Yek ji cihê suryaniyan ku di navbera Heskîf û Tûr Abidîn (Tor) a herî qedirbûha de ye û wek cihê zanist û ilmê tê nasîn.
‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BÊ PARASTIN Û ÇÊKIRIN’
Serokê Lîjneya Venihartina Komeleya Jiyan û Parastina Xwezayê ya Êlihê Emîn Bulut diyar kir ku, ji ber xerabûna dêrê ew gelek xemgîn in û wiha axivî: “Bi salan berê me ji rayedaran daxwaz kir û pêşniyar kir ku, divê dêr bê çêkirin kir, lê hîn jî ev dêr nehatiye çêkirin. Li gel ku ji aliyê Muduriyeta Çandê ya Bajêr ve hatiye tescîlkirin, lê hîn jî nehatiye restorekirin. Nerestorekirina cihekî wisa pîroz û dîrokî xeletiyek mezin e. Ev yek ji dêra herî dawî û kevn a herema Tur Abidînê ye. Lazim e ku ev dêr demek beriya demekê bê parastin û restorekirin. Dêra xwedî hezar û 500 salî ye, xwedî cihekî zaf girîng e. Bi mîmarî û cihê xwe yê stratejik hêjayî xwedî lêderketinê ye. Ev dêr di dema xwe de, malovaniyeke girîng a civaka suryaniyan kiriye. Ji ber vê yekê, pêwîst e bi lezgînî xwedî lê bê derketin.”
Bîlal Guldem - dîhaber