ÊLIH - Keşîşxaneya Mor Kîryakûsa dêrîn a di salên 300'î de li ser xaka Mezopotamyaya qedîm hatiye avakirin, piştî 80 sal berê cemaeta wê yî dawîn jî koç kir, niha ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn.
Li Gundê Dêra Qîrê yê girêdayî Bişêriya Êlihê, Keşîşxaneya Mor Kîryakûsê ya xwe dispêrê sedsala 4'emîn, heta beriya 80 salî jî wek navendeke olî ya girîng dihate bikaranîn. Keşîşxaneya ku li berwara rojhilata deşta Mezopotamyayê ya Çiyayê Kirayê dikeve, piştî 80 sal berê misilman li gund tên bicihkirin û malbatên dawî yên suryanî û ermenî jî koç dikin, terkî çarenûsa xwe hatiye kirin.
DEMEKÊ NAQOS Û AZAN BI HEV RE DENG VEDIDAN
Li gundê bi dehan sal berê, gelek mirovên xwedî baweriyên cuda bi hev re dijiyan, li cem keîşxaneyê mizgeft jî hebû. Li gundê ku dengê azan û naqosê bi hev re deng vedidan, di navbera baweriyan de jî xweşbîniyek hebû û ev xweşbînî bi polîtîkayên dewletê hatin tarûmarkirin.
WEK AXUR TÊ BIKARANÎN
Keşîşxaneya Mor Kîryakûsê di nav avahiyên tescîlkirî yên Muduriyeta Çand û Turîzmê ya Êlihê de cih digire. Li keşîşxaneya ku gelek deverên wê rûxiyaye, gelek odeyên bi hev ve jî nîşan dide ku, wek kulliyeyê jî hatiye bikaranîn. Li gor çavkaniyan, mirovên olî yên li vê kulliyeyê hatine perwerdekirin û bernaviya keşetiyê wergirtine, wek perwerdekar ew dişandin dêrên li herêma Tor Abîdînê. Li gel keşîşxane tescîlkiriye û xwedî cihekî stratejîk û dîrokî ye, ji ber tu saziyên xwedî raye mudaxileyî vê rewşa wê nakin, niha ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn.
Bîlal Guldem - dîhaber