STENBOL – Koroya Dengên Jina ya Mareyê ya ku bi stranên xwe qîrîn, evîn, hez û bextewariyên jinan tîne ziman, dengê jinên ku ji aliyê feraseta mêrî ve tune tê hesibandin vediguhezîne civakê.
Koroya Dengên Jina ya Mareyê, ew civata muzîkê ye ku ji sala 2011’an vir ve li Anatolyayê stranên xwe yî der barê jinan de bi sererastkirinên cuda digihîne muzîkhezan. Mare ya ku li Balkanan tê wateya bangnîşana hezkirina jinan a ji bo hevdu, bi stranên xwe dibe dengê hezkirin, evîn, qîrîn û bextewrariya jinan. Di Koroya Dengên Jinan a Mareyê ya ku bi pêşnûmaya muzîkjenê navdar Mûammer Ketencîoglû hat avakirin de, ji pîşeyên cuda bi giştî 7 jin tê de cih digirin. Ji van jinan aborînasa Umran Serhan sedema navê Mareyê got û diyar kir ku, mebesta wan ew e ku bi rêya stranan piştevaniya jinan a ji bo hev bikelije.
Serhan anî ziman ku, bi rêya stranên ku ew çêdikin hest, fikir, jiyana rojane, evîn û hesreta jinê didin der û dest nîşan kir ku, di qada hunerê de gelek jinên hozan hene, lê belê feraseta mêrî jin avêtine plana duyem-sêyem û stranên ku wan nivîsandine kirine milkê xwe. Serhan diyar kir ku, ji bo ew rê li ber vê bigirin ketine dewrê û got, ew dixwazin straên bi devê jinê derxin holê û berpêş bikin. Serhan ragihand ku, ji bo di civakê de xuyangiya jinê zêdetir bibe ew tevdigerin û dest nîşan kir ku, Koroya Dengên Jinan a Mareyê civateke dildar e û wiha got: “Ev dildarî, piştevaniyeke me yî bi jinan re ye.” Serhan anî ziman ku, dema hesta jinê ji aliyê jinê ve bê vegotin ew bawerî û rasteqîniya wê zêdetir e û anî ziman ku, stran jiyan û cîhana hestî ya jinê vedibêjin.
‘EZ LI BER KESÊN KU RUHÊ WAN STRANAN HÎS NAKIN DIKEVIM’
Serhan anî ziman ku, di jiyana wê de cihekî taybet ê muzîkê heye û ragihand ku, zûde ye ew bi muzîkê re eleqedar dibe. Serhan a ku got, “Ez jiyaneke bê muzîk û strana nafikirim” dest nîşan kir ku, ew mirovên bê muzîk jî kêmar dibîne. Serhan wiha got: “Te dît Guler Aykal dibêje: ‘Ez li ber wan kesên ku Mozartî nasnakin dikevim.’ Ez jî bi rastî li ber wan kesên ku stranan bu ruhê xwe bi dengê xwe hîs nakin dikevim.”
‘HERÎ ZÊDE JIN HESTÊN JINAN DIDIN DER’
Endameke din a koroyê jî Meral Çeçî ye. Çeçî muşavîrê malî ye. Lê belê ew jî yek ji wan jinên ku dil dane muzîkê ye. Çeçî wiha behsa girîngiya pêşnûmayê kir: “Ji berk u pêşnûma der barê jinan de bû, ji bo min girîng bû. Tenê ne ji bo di koroyê de bim û bistrêm. Bi taybetî, bi devê jinê gotina stranan pir girîng e. Ji ber vê bi israr ez didomînim. Hem bi kêf e û hem jî temasî hin tiştan dike. Kêliyekê be jî ez ji wê tengijandina pîşeyê xwe dûr dikevim.” Çeçî ya ku difikire, divê stranên bi devê jinê li her derî bên gotin got, herî zêde jin dikarin hestên jinan baş bidin der.
‘STRANDINA STRANÊN JINAN PIR XWEŞ E’
Endezyara Kîmyayê Melahat Coşkûn a ku 3 sal berê beşdarî Koroya Dengên Jinan a Mareyê bû jî got, ew bi rêya mîhrîcanekê koroyê naskiriye. Coşkûn wiha behsa beşdarbûyîna xwe yî koroyê kir: “Piştî mîhrîcanê ez çûm kulîsê û min got, ‘ez dixwazim beşdarî vê koroyê bibim.’ Hebûna li Mareyê pir xweş e, gotina stranên jinan pir xweş e. Ez ji her çeşnên muzîkê hez dikim, lê ew hîsa ku stran li cem min peyda dikin tiştekî cuda ye.”
‘HUNER ME ANÎ GEL HEV’
Endameke din a koroyê jî Hava Îlîk e. Îlîk jî wek Coşkûnê Endezyara Kîmyayê ye. Îlîk anî ziman ku, muzîk gelek tişt lê zêde kirine û hebûna xwe yî li Mareyê wiha vegot: “Ji bo civakê veguhastina dengên jinan ji bo min pir girîng e. Malbata min di nav muzîkê de ye. Diya min, xwişka in, kekê min, em hemû bi muzîkê re eleqedar in. Hîn jî li mala me, fasil, stran tên gotin. Li Koroya Dengên Jinan a Mareyê, li gel jinan, parvekirina perçeek jiyanê, tiştekî zaf xweş e. Ya ku dê jinan hêzdar bike bihevrebûn û parvekirin e. Huner me anî gel hev, bi hêza huner û muzîkê yekparebûn zêdetir dibe.”
‘STRAN Û JIN NAYÊN BÊDENGKIRIN’
Yek ji endamên koroyê jî Gonul Dîzman e. Dîzman di heman demê de dayika zarokekî ye û diyar dike ku, muzîk her di jiyana wê de hebûye. Dîzman hezkirina xwe yî ji bo muzîkê wiha vegot: “Di 1988’an de li ser banga mamosteyê xwe yî muzîkê yê dibistana navîn, min di Koroya Dostan a Rûhî Sû de cih girt. Ez bi vê bawerim ku, di pêşveçûyîna min de piştevaniya muzîkê zêde ye. Muzîk guhdarkirina li mirovan, sebr, doztanî, parvekirin û yekîtî nîşanî min da.” Dîzman wiha behsa sedema beşdarbûyîna xwe yî Koroya Dengên Jinan a Mareyê kir: “Mare ji bo min komeke ku qîrîn, hezkirin, evîn û bextewariya jinan radigihîne. Komeke ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de, di her platforma ku dengê jinan radigîne de dengê xwe radigihîne. Em dibêjin ‘Stran û jin bi tu awyaî nayên bêdengkirin’ û heta ji destê me bê emê rêya xwe bidomînin.”