Medrese û pirtûkên Feqiyê Teyran wêran dibe

WAN - Yekemîn medrese û pirtûkên wêjevanên navdar ên kurd Feqiyê Teyran ku evîn, hezkirin bi hunerek bedew li ser kaxizê rêz kir, ji ber bêxweditiyê wêran dibin û tune dibin.

Li gundê Vereruz ê Navçeya Miksê ya Wanê, yekem medreseya ku wêjevanê navdar ê ku eşk, evîn û hezkirina bi sewalan re bi zimanekî hunerî û lihevhatî li ser kaxizê rêz kiriye, lê ders taye, ji ber bê xwedîbûnê wêran dibe. Medrese û pirtûkên li medreseyê li ser hev dirizin û tune dibin. Her çend tirba Feqiyê Teyran wekî roja ewil xwe diparêze jî lê medreseya yekem ku lê ders dida û pirtûkên wî wêran dibin.

GER KU NEYÊ RESTOREKIRIN DÊ HILWEŞE

Hin pirtûkên ku Feqiyê Teyran bi wan ders dida şagirtên xwe terkî qedera wan hatine hiştin û nayên parastin. Her çend hin pirtûk di camên fanusê de bên parastin jî di nava dozê de sal bi sal dirizin û winda dibin. Medreseya ku gelek dîwarê wê hilweşiya ye ger ku neyê nûkirin û restorekirin dê bi temamî hilweşe û wera bibe.


Feqiyê Teyran bi berhemên xwe yên wekî Qewlê Hespê Reş, Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî, Ey Avê Av, Xana Dimdim, Bersîsê 'Abid, Sîseban û Ay Dilberê herî zêde tê nasîn.

FEQIYÊ TEYRAN KÎ YE?

Feqîyê Teyran di dîroka wêjeya Kurdî de cihekî bêhempa digre. Weka hemî helbesvanên berê, zanayekî Îslamê ye û di nav jîyanek olî de mezin bûye. Li ser sala bûyîna wî, gellek lêkolînvan hinek hejmaran dane. Lê gorî ew di helbestên xwe de dîyar kirîye gora demsala hîcrî (koçî) 971'an de hatîye dinyayê. Ev jî gora demsala mîladî (zayînî) 1561 an jî 1563 ye. Feqîyê Teyran li Muksa ku girêdayîyê Hekarî'yê ye (Çolemêrg) ji dayîk bûye. Lê Muks an jî Miks, nuha girêdayîyê Baxçesaraya Wanê ye. Navê Feqîyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye Muhemmed e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrîye. Bavkalê wî ji dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.