WAN - Dêrên dîrokî yên li navçeya Miksê ku li benda parastinê ne, ji ber ku nayên parastin û bê xwedî hatiye hiştin ber bi xerabûnê ve diçin. Dêrên ku nayên parastin terkî qedera wan hatiye hiştin.
Dêrên dîrokî yên ku temenê wan di navbera 200- 400 salan de tên guhertin, ji ber ku bê xwedi hatine hiştin nayên parastin û terkî qedera wan hatiye hiştin. Li navçeya Miksê ya Wanê nêzî 20 dêrên dîrokî bê xwedî hatine hiştin û nayên parastin. Dêrên ku bê xwedi hatine hiştin, yek bi yek xera dibe û terkî qedera wan hatiye hiştin. Şaredarê Miksê Mehmet Garip Aykut, diyar kir ku bi dehan caran ji bo ev dêrên dîrokî bên parastin serî li Wezareta Çand û Turîzmê daye, lê heta niha tu bersîv nedaye wî. Aykut, anî ziman ku ger wezaret butçe ji bo parastin û restorasyonê veqetîne ew dikarin restore bikin û bi parêzin. Aykut, destnîşan kir ku ew dixwazin van war û mîrateyen xwe yên dîrokî biparêzin, lê ji ber derfetên wan tune nikarin biparêzin. Akut, bilêv kir ku ev warên dîrokî dîrok, çand û koka wan e û ji ber vê yekê dixwazin nirxên xwe yên dîrokî bi parêzin.
DÊRÊN LI BENDA PARASTINÊ
Dêrên ku li benda parastinê ne wiha ne: Dêrên Ancoks, Dêra Serkanî, Dêra Xan, Dêra Gelî, Dêra Mele Şexî, Dêra Spî, Kaniya Deştê, Dêra Eli Axa, Dêra Poplozê, Dêra Beroj, Dêra Sampasê, Dêra Govan, Dêra Şên, Dêre Poliz, Dêra Kenekase, Dêra Parê, Dêra Keytase, Dêra Arnasê, Dêra Nanisê û Dêra Pira Barij.