AGIRÎ - Dengbêjê ciwan Ayhan Tekirbaş wiha got: "Dibe ku çavên min tune bin, lê dengê min heye. Ez bi dengê xwe ruhekî li kilamn peyda dikim û xwe digihînim mirovan. Bi dengê xwe jiyanê dibînim."
Li Agiriyê, berastengê dîtinê Ayhan Tekirbaş (26), ji yek mîrateya çandî ya civaka kurd bi dengbêjiyê re bilî dibe. Tekirbaş ê balê dikşîne ser girîngiya dengbêjiyê dest nîşan dike ku, ew bi kilamn mezin bûye.
‘DENGBÊJÎ MÎRATEYEK E'
Tekirbaş got, dengbêjî wek mîrateyê ji kalê wî derbasî bavê wî, ji bavê wî jî derbasî wî bûye û diyar kir ku, ew ê jî vê mîrateyê ji keça xw ere bihêle. Tekirbaş anî ziman ku, ji 15 saliya xwe ew bi dengbêjiyê re bilî dibe û wiha got: "Keçeke min heye, ez wê bi kilaman mezin dikim. Dê keça min jî vê mîrateyê ragihîne nivşên pêyî xwe. Ev dîrok, çand, ziman ê me ye. Em xwedî li zimanê xwe derkevin."
‘BI KILAMAN XWE DIGIHÎNIM MIROVAN'
Tekirbaş diyar kir ku, nedîtina wî li pêş dengbêjiyê nabe asteng û wiha axivî: "Dema ez çêbûm, berastengê dîtinê me. Dibe ku çavên min tune bin, lê dengê min heye. Ez bi dengê xwe ruhekî li kilamn peyda dikim û xwe digihînim mirovan. Bi dengê xwe jiyanê dibînim. Dema distrêm peroşiyek xwe li min radipêçe. Çimkî, di her kilamê de hîn bêtir çanda me û dîroka me fam dikim. Ji kilaman hînî dîrok û zimanê me bûm."
‘JI BER ZILMÊ,NEHEQIYÊ, ŞER NABÎNIM BEXTEWAR IM'
Tekirbaş got, ji ber ew êş û azarên li cîhanê nabîne bextewar e û wiha axivî: "Her roj dibihîsim ku bi deham mirov dimirin. Neheqiya mirov rastî wê tên dibihîsim. Dibihîsim xwîna mirovên hejar dirijê. Bihîstin jî min diqehirîne, lê nizanim heqe min bidîtanan min çawa îdare bikirana. Carinan dibêjim, axirê ez nabînim. Ji ber zilmê, neheqiyê, şer nabînim bextewar im."