STENBOL – NÇM’ya ku deriyê wê hat mohrkirin, li Tirkiyeyê bi îdiaya pêkanîna hunera alternatîf-şoreşger, bi xebatên xwe yî ku 25 sal berê dabû destpêkirin li dijî serdestan, tim li cem bindestan cihê xwe girt. Ji hunermendaên NÇM’ê Genim jî diyar kir ku, ji salên 90’î heta niha êrîş qet neguherîne û got: “Em ê li pêşberî van hemû girtinan rawestin.”
Hefta borî ji wan 370 komele û saziyên bi Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de (KHK) hat girtin yek jê jî Navenda Çandê ya Mezpotamyayê (NÇM) bû. NÇM a ku li dijî polîtkayên bişavtinê yên dewletê, ji bo zîndekirina çand û hunera kurdî hat avakirin, ji 19912ê û vir ve xebatên xwe didomand. NÇM a ku di 7’ê îlona 1991’ê de bi xebatên komeke rewşenbîr, karker û xwendekaran li Stenbolê bi pêşengiya rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) hat avakirin, di warê nasîn û zîndekirina çand û hunera kurdî xwedî rol û mîsyoneke girîng bû. NÇM a ku heta niha di warê muzîk, şano û sînemayê de gelek xebat meşandin, li gelek deverên Tirkiyeyê jî şax vekirin.
NÇM a ku bi xebatên xwe yî ku 25 sal berê dabû destpêkirin li dijî serdestan, tim li cem bindestan cihê xwe girt, li gel her cure binçavkirin, girtin û pêkûtiyan ranewestiya niha jî, şaxên wê yî Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Dîlokê hatin mohrkirin û bi vî awyaî xebatên wê hatin rawestandin.
Ji hunermendên NÇM Hunermend Genim diyar kir ku, di encama polîtîkayên dewletê de gelek kurd ji warên xwe bûn û wiha got: “Ruhê têkoşîna ku Tevgera Azadiyê da mirovahiyê, wê çanda nû, wê jiyana nû bi xwe re anî metrepolên Tirkiyeyê.”
‘NÇM MÎLADEK BÛ’
Genim anî ziman ku, kurdên koçberî metrepolan bûn li dijî polîtîkayên bişavtinê ji bo çanda xwe biparêzin xwe bi rêxistin kirin û wiha got: “Dema mirov dihatin NÇM dixwestin afirandinên xwe bi awayekî bidomînin. Dema hatin jî, li cihê kul ê ne hatin bi rêxistinkirin. Ji ber vê NÇM a ku di salên 90’î de hat avakirin, ji bo mirovan mîladek bû.” Genim anî ziman ku, ji roja ku ava bûye heta niha ji bo berhevkirina çanda kurdî û ji nû ve berpêşkirina wê ya ji bo gel her tevgeriyaye û wiha got:” Hem strana xwe, vegotinan xwe, mîzaha xwe, lîstika xwe gihand hev û dubare berpêşî gel kir. Ji bo vê jî, li dijî bişavtina çandî bi awayekî zexm têkoşiya.”
Genim bi bîr xist ku, NÇM a ku jisalên 90’î heta niha xebatên xwe dimeşandin her tim rastî çewişandin û êrîşan hatiye û wiha got: “Li gel vê jî, bênavber di qada çandî de têkoşîna xwe didomîne û wê bidomîne jî.”
‘DIVÊ GEL MALÊN ÇANDÊ BIPARÊZE’
Genim ê ku got, duh jî û îro jî girtin heye û diyar kir ku, girtina îroyîn di çarçoveya derbeya KHK’ê de tê kirin û dest nîşan kir ku, heta niha tu zorbetî nikaribûye rê li ber qada çand û hunerî bigire. Genim wiha domand: “Kes nikare rê li ber afirandinên çand û hunerî bigire. Em ê hûnandina qada çand û hunerî bdiomînin. Wê stranên me, sînemaya me di xizmeta gel de bin. Em ê li ber xwe bidin û bidomînin.” Genim herî dawî bang li gel kir, da xwedî li malên xwe yî çandî derkevin.