‘Yeni e’ dıpırse: E, em li ku mabûn?

STENBOL- Kovara çand û hunerê “Yenî e” ya ku nû hat derxistin, di hejmara xwe yî ewilîn de wiha dipirse: “E, em li ku mabûn?”

Kovar çand, huner û wêjeyî ya “Yenî e”, dest bi weşanê kir. “Yenî e” ya ku Çadaş Gunerbuyuk Gerînendeyê Karên Nivîsan dike bi peryoda xwe yî mehane dest bi weşana xwe kir. Kovara ku rê li ber geşedanên rojane yên Tirkiyeyê dixe, berga hejmara wê ya yekemîn berhema bi resam Abîdîn Dîno ya bi navê “Dest” e. Kovar di hemara xwe yî yekemîn de cih da ristên helbestkar Edîp Cansever ên wek “Di her destpêkê de wateyeke nû heye/giriyê bêsedem ê zarokekî jî/destpêka kenîneke berê.”

Kovar di beşa destpêkê de biv îa wyaî tê pênasekirin: “Kovara Yenî e destpêkeke kevn û kevneşopiyeke nû” û her wiha pirseke bi vî rengî jî dike: “E, em li ku mabûn?”

‘HEDEF HÊZDARKIRINA HUNERA MUXALÎF E’

Ji helbestkarên kovarê Hakki Zarîç diyar dike ku, ew heycana destpêkeke nû dijîn û wiha got: “Ne ji bo tijekirina kêmaniyekê, ji bo domandina kevneşoyekê dixwaze tevbigere.” Zarîç dest nîşan kir ku, ew li paş xwe mîrateyeke çandî ya mezin vediguhezînin û anî ziman ku, hedefa wan ew e ku, şûna wan kovarên wêjeyî û çandî yên hatine girtin tije bikin. Zarîç vegot, ew dixwazin sekneke muxalîf bidin der û hunera muxalîf hêzdar bikin û wiha diyar kir: “Hedefa me ew e ku, em qadên vala bi valahiyeke muxalîf dagirin.”

DI HEJMARA EWIL DE ÇI HENE?

Ayşegul Tozeren bi nivîsa xwe yî “Wêje nayê mohrkirin”, Şukru Erbaş bi çîroka xwe yî “Bi stêrkan girêdana wesayîtê” û her wiha Ahmet Buke, Behcet Çelîk, Adnan Ozyalçiner jî bi çîrokên xwe di kovarê de cih digirin. Di mijara dosyeya lêpirsînê ya “Di OHAL’ê de weşangerî?” de jî nêrînên Weşanxaneya Metîs, Gunişigi, Dîpnot, Evrensel, Kovara Mesele, Kovara Alt Yaziyê û Kovara Bîlîm ve Gelecîlîkê cih digirin.

Hejmara ewil a “Yenî e”yê 100 rûpel e û buhayê wê 12 TL ye.