DÎLOK - Xizmê winda yê 25 salî Azad Penaber li ser kesên kujer nediyar û evîna windayan, zarokên penaber û axa welat pirtûka helbestan a bi navê “Du ziman û evînek” nivîsand.
Azad Penaber ku malbata wî di sala 1992’an de ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî ji Pirsûsê koçî Dîlokê kirin, hêj 10 salî bû xwişka wî Gulîstan a 21 salî di sala 2001’an de li Dîlokê di nava goristanê de bi 7 guleyan ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin û hêj kujerê wê diyar nebûne. Xizmê windayan Azad Penaber ê 25 salî yê xwişka wî hat kuştin û hêj faîl ne diyar in, li ser evîna windayan a nîvcomayî, hezkirina axê, zarokên penaber û hêrsa li dijî kujerên nediyar pirtûka helbestan nivîsand. Penaber pirtûka bi navê "Du ziman û evînek" ku ji 52 helbestan pêk tê ji weşanxaneya Ceylan hezar pirtûk çap kir û xist xizmeta hezyarên helbestan. Pirtûka ku bi ristên ‘Ez kuştim li rêya herî gengeşe ya bajar, li koşeyê kafeyekê, gule li patika min xistin. Guleya ku li patika min xistin di eniya min re derket. Xwîna ku dilopî şuşeya min keyfa min a qehwê xirab kir. Ez qêriyam, her kes li wir bû lê kesê nebihîst.’ dest pê dike civaka kurd a zimanê wî bûye du tîş(pençe). Ji ber ziman bûye du tîj pirtûka wî ya helbestan jî ji helbestên kurdî û tirkî pêk tê. Penaber da zanîn ku ji ber êdî zimanê civakê bûye du perçe wî jî helbestê xwe bi du zimanî nivîsandiye.
'MIN TIŞTÊN HER KES DIBÎNE Û NABÊJE NIVÎSAND'
Penaber, bûyerên li herêmê pêş ketin, ciwanên xeyalên wan nînco mane, zarokên penaber, kesên kujerê wan nediyar û heskiriyên evînê di rist û helbestê xwe de xemiland. Penaber, anî ziman ku herî zêde bûyerên di demên dawî de pêş ketin bandor li ser wî kiriye û wiha got: "Her kes dibîne. Lê her kes nabêje. Min ev hest kir rist û helbest û li ser kaxizê rêz kir." Penaber, evîna du ciwanên kurd ên di teqîna Pirsusê de jiyana xwe ji dest dan Ugur Ozkan wiha bi rista “Minê hîn ji te hezbikira eger ew bombe di dilê min de neteqiya. Minê hîn gelek car tu hembêz bikiriba eger destên parçe nebûya. Minê parçeyên xwe bi destê xwe kombikiriba û banîba ji tere, ma minê tu bê evîn bihêlabayî.” aniye ziman.
‘EZÊ NIVÎSA HELBESTAN BIDOMÎNIM'
Penaber destnişan kir ku ji dibistana navîn ve nivîsê dinivîse lê komî ser hev nekiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Herî dawî hevalan ji min re got nivîsên xwe kom bike. Min jî kom kir û ev pirtuk derxist. Heta niha bertekên erênî hatine. Min di nava çend mehan de helbestên xwe yên ku min nivîsandine li hev kom kirin û kirin pirtûk. Ez dest ji nivîsa helbestan bernadin. Ezê nivîsa helbestan bidominim.