WAN – Sultan Ozturk a piştî erdheja li bajêr di konteynerê de dijî, xeyal û hêviyên xwe bi wêneyên xêz dike dide der.
Sultan Ozturk (22) a xeyal û hêviyên xwe bi wêneyên xêz dike dide der, piştî erdehaj li Wanê ya di 23'yê Cotmeha 2011'an de pêk hat heta niha tevî malbata xwe di konteynerekê de dijî. Ji ber mala wan di erdhejê de rûxiya, ev 6 sal e li Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê tevî dayika xwe ya pençeşêra çermî lê peyda bûye û 4 xwişkên xwe di konteynerê de dijî. Ozturk, dema wêneyên xwe boyax dike Ahmet Kaya guhdar dike.
‘MIN DEV JI XÊZKIRINÊ BERNEDA'
Ozturk a 2 sal berê bavê wê jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe wek "beriya erdehejê û piştî erdehejê" dike du beş. Ozturk anî ziman ku, ji ber rewşa wan a aborî nebaş e wê nikaribûye xwendina xwe bidomîne û dest nîşan kir ku, tekane xeyala wê ew bû ku biçe Lîseya Hunerên Ciwankariyê, lê ev neçûyîna wê jî li hemberî xêzkirina wêneyan nebûye asteng. Ozturk wiha axivî: "Min xwedît nedît bavê min nexweş bû. Ji aliyekî ve diçûm dibistanê, ji aliyekî ve jî min paqijiya malan dikir. Di erdeheja Wanê de xaniyê me rûxiya. Paşê em ketin konteynereke du odeyî. Piştî pirgirêkên erdhejê û pirsgirêkê din, dema min dibistana navîn qedand êdî nikaribû bidomîne. Paşê ketim Ezmûna Qabîliyetê ya Beşa Wêneyan a Lîseya Hunerên Ciwankariyê. Min ezmûna ewil bi awayekî serkeftî derbas kir, lê paşê ji ber pereyê me tune bû min nikaribû qeyda xwe çêbike. Ez jî vê qabîliyeta xwe li malê bi wêneçêkirinê pêş dixim."
DI GELEK PÊŞBIRKAN DE BÛ YEKEMÎN
Ozturk anî ziman ku, piştî bavê wê jiyana xwe ji dest daye, barê wê girantir bûye û diyar kir ku, ew mecbûr maye bixebite, lê belê heta niha wê serî li gelek karan daye lê hîn jî tu bersiveke erênî wernegirtiye. Ozturk got, ew di gelek pêşbirkên wêneyan de bûye yekemîn û anî ziman ku, ew di wêneyên xwe de cih dide fîgurên jin û mêran.
HEZ, SEBR û HUZNÊ RESM DIKE
Ozturk anî ziman ku, ew li ber dengê Ahmet Kaya xebata qelemrêjiyê dike û got, pêşaniya wê wêneçêkriine û ew di wêneyên xwe de her hewl dide hez, sebir, huzn û piştevaniyê bide der. Ozturk wiha diyar kir: "Çimkî, sebir; li hemberî jiyanê liberxwedayînê, huzn; kamilbûyînê, hez jî azweriya min a hunerê hînî min dike û hêşîn dike. Carinan wêne dibin rengvedana hestên min. Ez bextewarî û aramiyê di wêneyan de dibînim. Armanca min ew e ku, ev qabîliyeta min winda nebe û xêzkirinên hîn baştir derxînim holê. Ji ber vê yekê, dixwazim di şert û emrcên hîn baştir de xêzkirnên xwe bikim."
Ozturk a di heman demê de li baxlemeyê jî dide anî ziman ku, ji bo ew hêvî û xeyalên xwe winda neke ew ê xêzkirina wêneyan bidomîne.