Şano li kolanên Dîlokê qedexe ye

DÎLOK - Derhênerê Navenda Çand û Hunerê ya Gokuşagi Yûşa Parez diyar kir ku Gokuşagi sembola pirrengiyê ye û wiha got: “Huner bi pir rengiyê huner e. Lê saziyên em bi wan re dixebitin sîparîşan didin me. Huner bi sîparîşan nayê kirin. Îsal bi hinceta parastinê nahêlin em şano li kolanan pêşkêş bikin û qedexe ye"

Ciwanên hunermend li Navenda Çand û Hunerê ya Gokuşagi ku di bin sêwana Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê de xebatan dike bi fikir û bîrdoziyên cûda, hunerek pir reng pêşdixin. 2 sal berê şanoya bajar hat girtin. Ciwanên şanoger biryar dan ku mala hunerê vekin û Navenda Çand û Hunerê ya Gokuşagi vekirin. Ciwanên şanoger her hefte provayan dikin, şevan amede dikin, derdikevin ser dikê û gelek caran jî şanoya kolanan li dardixin. Lê ji ber pir rengbûna xwe ji aliyê saziyên dewletê ve rastî astengiyan tên. Ciwanên şanoger diyar kirin ku ew bi hevaltî, keda bê madiyet û hezkirina hunerê xebatên xwe dikin.

‘EM LI VIR FÊRÎ HEVALTİYÊ BÛN’

Lîstikvan û nivîskarê senaryoyan Ufuk Gultepe diyar kir ku şanoyê ew anîn cem hev lê ew bûn xwedî hevaltî û keda bê madiyet. Lîstikavanên ciwan li gel ku temenê wan pir ciwane jî lîstikavaniya wan di astek pêşketî de ye. Lîstikvan Hakan Înan (25) da zanîn ku ew her hefte carek bi awayê xwezayî dilîzin û ew jî dibe sedem ku lîstikvaniya wan xezayî be.

‘ŞANO CIHÊ EXLAQ Û BAWERIYÊ YE’

Lîstikvan Kubra Gumuş (23) jî anî ziman ku li Dîlokê şanogerî zehmete lê bi taybetî ji bo jinan bêtir zehmete û wiha axivî: “Hûn destpêkê ji aliyê malbat û derdora xwe ve tên astengkirin. Lê em ji bo pêşxistinê zêde di ber xwe didin. Em didin pejiarandin şano tiştek başe û mirovan pêş dixe. Ji ber şano cihê bawerî û exlaqê civakê ye.”

‘HUNER BI PIR RENGIYÊ HUNERE’

Derhênerê komê Yûşa Parez (27) jî îlahiyet xwendiye lê hîn dibistan xilas nekirî dest ji îlahyetê berdaye û dest bi şanoyê kir. Parez diyar kir ku wî carekê xwe di nava şanoyê dît û wiha got: “Min dît ku şano tişta di cîhanê de herî xweşe. Piştî ku şanoya bajêr hat girtin me Gokuşagi avakir.” Parêz destnîşan kir ku Gokuşagi sembola pir rengiyê ye û wiha axivî: “Me jî li vir pir çandî û hevalên xwe yên bi fikrên cuda kom kir. Huner bi pir rengbûnê hunere. Ji bo çand neyên asîmîle kirin divê hemû rengên çandê bên parastin. Zenginiya fikrên cuda hunera me bi rengîntir û zengîntir dike.”

‘ÇAND BI SPARÎŞAN NAYÊ KIRIN’

Parez anî ziman ku ew ji bo renginiya karê xwe zoriyan dijîn û wiha dawî li gotinên xwe ane: “Ji ber ku em girêdayî şaredariyê ne, şaredarî sparîşa hunerê dide me. Lê çand bi sparîşan nayê çêkirin. Li vir hunermend diafirînin û eger tu jê hezbikin, heznekin jî ew pirsgirêka we ye. Em ji bo sparîşan pirsgirêkan dijîn. Em alîkariyê naxwazin bila tenê fikrên me azad bihêlin. Bila mudahaleyê me nekin. Îsal bi hinceta parastinê nehêlan em şanoyên kolanan jî çêbikin.”

Beritan Îrlan - dihaber