ŞIRNEX - Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî yê bi salan e li hemberî nexweşiya parkîsonê têdikoşe, niha bi qebqeba kewan sebra xwe tîne. Fadil Cizîrî, ji bo ji nexweşiya xwe razgar bibe li benda alîkariya dengbêjhezan e.
Dengbêj Seyîd Fadil Cizîr (55), li herêma botan bi salan dengbêjî dikir û li ser dengbêjiyê lêkolîn û xebat meşand. Fadil Cizîrî piştî ku kurê wî qeza kir nexweşiya parkîsonê pêre çêbû. Cizîrî bi salan e ji bo dermankirinê li nexweşên cuda digere, lê hêj derman bi dest nexistiye. Her ku diçe nexweşiya Fadil Cizîrî giran dibe. Cizîrî 6 salin nexweşê nivînan e. Piştî Cizîrî nexweş ket, êdî nastirê.
DENGÊ WÎ KÊM DIBE
Fadil Cizîrî bavê 6 zarokan e. Ji ber ku tu kes malê de naxebite jî şertên jiyana Fadil Cizîrî her ku diçe zehmetir dibe. Fadil Cizîrî bi nexweşiyê re gelek caran ji demarên serê xwe emeliyat bû. Lê ji ber ku nexweşiya parkîsonê giran e Fadil Cizîrî tu feydeyê xwe ji emeliyatan negirt. Bi giranbûna nexweşiyê re jî her ku roj derbas dibin dengê Cizîrî kêm dibe û zelaliya dengê xwe winda dike. Dema ji zarokên xwe re bixwaze tiştekê bêje jî gelek zehmetiyan dijî. Fadil Cizîrî ji ber ku tu kes zêde ji axaftina wî fam nake xemgîn dibe.
DENGÊ QEBEQEBA KEWAN Û PAYÎZOKAN LI MALÊ BILIND DIBE
Di malê de ji Fadil Cizîrî re mezelek hatiye weqetandin û hemû pêwîstiyên wî yên rojane di wê mezelê de ji aliyê hevjîna wî Şîrîn Ergul ve tên careserkirin. Dema mirov diçe mezela Fadil Cizîrî qebqeba kewan tê. Dema ku mirov çavên xwe li mezelê digerîne li ber cihên Fadil Cizîrê 3 kewên di qefesê de ne. Ji ber ku Fadil Cizîrî nikare zêde derbikeve derve ji bo ku sebra wî were kewan xwedî dike. Gelek caran Fadil Cizîrî cem qefesên kewan rûdine û ji telefonê stranên xwe vedike. Qebqeba kewan û dengê payîzokan ji mala Fadil Cizîrî bilind dibe. Ji ber ku dengê wî dernakeve li ber strana "Heyran jaro" re destê xwe dihejîne hev û dide ber guhê xwe.
GER BAVÊ MIN WERE TEDAWÎKIRIN EW Ê BAŞ BIBE
Keça Fadil Cizîrî Derya Ergul (15) a piştî ku ji dibistanê tê dest û lingê bavê xwe mist dike diyar kir ku ew gelek rewşa bavê xwe ditirsin û wiha axivî: "Nexweşiya bavê min ji ber ku nayê tedawîkirin her diçe giran dibe. Gelek şevan em ranazin ji ber nalînên bavê xwe. Ev nexweşiya parkîsonê destûr nade ku bavê min rûne. Bê navber dest û lingê wî direcifin. Divê her tim yek dest û lingên wî mist bike ji bo ku 5 deqeyan rehet rûne. Ger bavê min were tedawî kirin, hindik jî be ew ê recifîna laşê wî bisekine. Lê ji ber ku derfetên me yên aborî nînin em nikarin wî bibin nexweşxaneyên baş. Niha tenê tedawiya dermanan dibîne. Ew jî têr nake. Di malê em 8 kes in, tu kes nîne bixebite û bavê min bibe tedawiyê. Dawaza me ew e ku kesên hestiyar û dildar destê xwe dirêjî bavê min bikin."
Zozan Fendîk-dîhaber