XARPÊT - Nivîskar Metîn aktaş ê ku bi 13 pirtûkên xwe ve êşên gel û baweriyan vegotiye romana bi navê Yezda nivîsand û bi çavên zarokeke 14 salî ve qatlîama ku DAIŞ'ê bi dagirkirina Şengalê ve pêk anî û gelê êzidî ev yek wekî Fermana 73'yemîn bi nav kirin vegot.
Nivîskar MEtîn Aktaş ê ku di dîrokê de êşên gel û baweriyan bi romanên xwe ve nivîsandiye di pirtûka xwe ya 14'emîn de êrîşên DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê vegot û pirtûka bi navê Yezda ji Weşanên Aramê derket. Aktaş ê ku bi pirtûkê yên bi navê "Munzur Efsanesî, Gerçek û Îşkence, Hamal Dersîmlî Bektaşî, Aci Firat Asî Fîrat, Surgun, Cennetîn Olumu, Nîşanci, Dîcle, Harput'takî Hayalet, Cefr, Son Dervîş, Ruzgar Ateş Gîbî Yakiyordu, Avesta, Yezda" êşên bawerî, çand, kêmar û xizanan vegot têkîldarî pirtûka xwe ya dawî ya bi navê Yezda ji dîhaberê re vegot.
* Beriya ku em qala çîroka Yezdayê bikin hinekî dikarin we nas bikin?
Ez di 156'an de li gundê Mamkîrekê ya bi ser navçeya Pulurê ya Dersimê ji dayik bûm. Ji ber ku li gundê me dibistana seretayî tunebû çûm gundekî din û li wir xwend. Piştre jî min lîseya şevînî ya 6 salan qezenc kir. Li vir di sala xwe ya sêyemîn de ji ber sedemên siyasî min sirgûnî Lîseya Colemêrgê kirin. Li vir jî bi heman sedeman min şandin Lîseya Urlayê ya Îzmîrê. Pansiyon di bin dorpêçekî faşîst de bû. Ji ber ku hevalên me yên birîndar hebûn nekarîm biçim wir. Piştre ketim nava têkoşîna siyasî. Gelek caran hatim binçavkirin, girtin û hatim berdam. Piştre li gundê xwe bi cih bûm. Di 1994'an de piştî ku gundê me hate valakirin hatin Xarpêtê.
PIŞTÎ PIRTÛKA YEKEMÎN MALA WÎ ŞEWITÎ!
* Yekem car we kengî dest bi nivîsandinê kir?
Dema ku min li Lîseya Colemêrgê dixwend di rojrameya Lîseya Colemêrgê de di navbera 1974-1976'an de quncik nivîs û hevpeyvînan dest pê kir. Li gund jî min nivîsandina xwe berdewam kir. Piştî ku di 1994'an de gundê me hate şewitandin ez li Xarpêtê bi cih bûm. Li Xarpêtê piştî ku di 2006'an de pirtûka min a bi navê "Harput'takî Hayalet" a li ser tehcîra ermenan hat weşandin mala min a li Xarpêtê bi awayekî kiryarê wî nayê zanîn hate şewitandin. Di nava vî demê de 14 berhemên min hatin weşandin.
BO ÇAVÊN ZAROKÊ 14 SALÎ ÊŞ VEGOT
* Herî dawî we ji Weşanên Aramê pirtûka bi navê Yezda nivîsand. Fikra nivîsandina vî pirtûkê çawa pêş ket?
Yezda berdewama trajediya kurdan a ku bi sedan salan e berdewam dike ye. Dema ku min romana Yezda nivîsand pêkanînên DAIŞ'ê yên hovane bandor li min kir. Ez biyanî êşên êzidiyan nînim. Min di romana xwe ya bi navê "Son Dervîş" de jî di dema osmaniyan de bi Fermana 72'yemîn ve êzidiyên hatine qetilkirin vegot. Romana Yezda çîroka trajadiya keça Pîrê Êzîdî Yezda ya ku ji aliyê leşkerên DAIŞ'ê ve li çiyayên Şengalê hate dîlgirtin vedibêje. Dema ku min ev roman nivîsand di her rûpeleke de rondikên çavên min hene. Ji ber ku tiştên ku hatin jiyîn wijdana mirovan qebûl nake. Min xwest ku dema bawerî, fikrek ji aliyê îxtidara siyasî û benjewendiyên aboriyê ve bi êşan re rû bi rû tê hiştin û ev yek çiqas tiştekî xirab e vebêjim. Min xwest bi vî rengî bang li yên ku li ser axa me tehamulî mirovên ku taybetiyên wan ên cuda hene nakin bikim. Ango çima hûn ji b hevrejiyanê destê xwe hinekî dirêj nakin, çima bi esrar mal û gundên me dişewitînin û bi sirgunkirina axa me ve me tiştekî dikin.
'JI YÊN DIN RUHEKÎ TÊKOŞÎNÊ DERXIST HOLÊ'
* Di romana we ya dawî de jî tê fêmkirin ku we êşên êzidiyan hîs kiriye û bi vî rengî jî nivîsandiye. Hemû gelên ku tên eciqandin wekî wan hûn tiştên ku êzîdî rû bi rû dimînin jî bi nêz ve dişopînin. Çima êzidî evqas bi êşan re rû bi rû mane. Gelo em dikarin bibêjin Fermana 73'emîn jî ji ber sedemên fermanên din diqewime û heman encam derketin holê?
* Beriya li Şengalê di 2014'an de qatlîam dest pê bike jî hebû. Di nava wan de êzidî dihatin kuştin, qetilkirin, îşkencekirin û bi zorê vedixwendin ola xwe. Lê piştî 2014'an gihîşt noqteya dawî. Li Şengalê beriya 3'ê Tebaxa 2014'an wan qatlîamên mezin dikirin, mirov dikuştin, serê wan jêdikirin, li kolanan û daran ve darvedikirin. Bi pêkûtiyeke mezin ve baweriya ev têk naçin pêş dikeve. Dema ku Şengalê dagir dikin bi deh hezaran êzidiyên direvin çiyayê Şengalê ewqas neçar in, li wir li aliyekî tên qetilkirin li aliyeke jî tî û birçî dimirin. Rojekî 7 gerîla tên û ji wan re dibêjin "têbikoşin". Êzidî dibêjin ku ev 7 ferîştahên pîroz ên bi şeklê gerîla hatine. Ev 7 gerîla li dijî deh hezaran mîlîtanên DAIŞ'ê şer dikin. Têkoşînê hînî êzidiyan dikin. û ev 7 gerîla li çiyayê Şengalê ruhê têkoşîn û jiyanê derdixin holê. Ev 7 gerîla dema ku çend mîlîtanên DAIŞ'ê dikujin hîn dibin ku endamên DAIŞ'ê nemir nînin, dikarin bimirin û têk biçin.
Êzidî qewmekî mazlum in. Di dîrokê de her tim hatine qetilkirin. Di fermana ku wekî Fermana 73'yemîn bi nav dikin de vê hatin qetilkirin. Lê cudatiya Fermana 73'yemîn ji yên din ew e ku ruhê têkoşînê pêş xistin, qezenc kirin. Ruheke wisa qezenc dikin ku piştî wî di nava saetekî de bi deh hezaran êzidiyên ku xwe spartine çiyayê Şengalê wekî telepatiyekî ev agahî belav dibe. Ruhê têkoşînê ku bikaribin bijîn tê dayîn û ev êzidî bi vî rengê teslîmî DAIŞ'ê nabin û bi vî rengî li ser piyan dimînin, dijîn.
NIJADPERESTIYA EREB TARZA JIYANÊN DIN QEBÛL NAKE
Nijadperestiya ereb piştî bi ol re bû yek êdî tu ziman, çand û tarza jiyanên cudaqebûl nake û çavnebariyê dike. Êzîdî qeymê kurd ê herî kevn in. Bawerî û teolojiya kurdan a herî kevn e. Pirtûka wan a pîroz bi kurdî hatiye nivîsandin. Lê ereban tu carî tehamul nekiriye ku kurd bi zimanê xwe binivîsin. Di qada siyasî de her dem kurd hatin qetilkirin. Di 2 hezar salên dawî de nijadperestiya ereb vegeriya nijadiya selefiyan û ket halekî hov. Niha tu tarza jiyanê qebûl nakin. Lê divê êdî tirk, ereb, farsên ku li ser vê axê qebûl bike ku mirovên li ser vê axê dijîn ne tenê ereb, tirk û fars, bi qasî wan jî mislimanên din hene. Em tarza jiyana wan qebûl nekin jî divê em qebûl bikin û hurmetê nîşan bidin. Bi taybetî divê kesên însanên bi hesreta şeriatê li ser vê axê dijîn divê teqez pirtûka Yezda bixwînin.
MIN JI BO MIROV BÊ RÛQALÊ WÎJDANÊ XWE NIVÎSAND
*Dixwaze peyamekê bide. Di vê pirtûkê de armanc û peyama we çiye?
Dema min pirtûka Yezda nivisand min Dersim û jiyana diya xwe bibîr anî. Hêj qerîna dayik û mirovên ku piştî Şirnex xera bû li şûnwarên xwe digiriyan û dikirin qêrîn li ber guhê min e. Li her derê êş yek in. Di sala 1938’an de xaniye diya min xerakirin. Di sala 1994’an de dîsa xaniyê diya min xera kirin. Ev trajediyek gelek mezin e. Divê êdî dest ji vê yeke berdin. Min xwest îktîdara siyasî dîsa bên rûqalî dîrokê û wîcdanên xwe.
Niha zarokên jin ên 14-15 salî ji malê direvînin û li bazarê koleyan difiroşin. Îşkenceyên dijmirov dikin. Ji çi re xizmetê dikin. Xwedayê kê vê yekê qebûl dike. Di serdema kobanê de gelek mirov koçber bûn. Lê dewletê tenê cih da ereban. Êzidiyên koçber hatin şaredariyan hembêza xwe li wan vekir. Wîjdanekî wisa nabe. Divê erkdarên dewletê dest ji vê polîtîkayê berdin. Min xwest her kes guh bide dengê wîjdanê xwe.
DIXWAZIM NIVÎSKARÊN DIN JÎ VAN ÊŞAN BINIVÎSIN
* Gelek berhemên we nîvco mane. Di vê pirtûka we de jî wisa ye. Hûn dê berdewamiya wê bînin?
Li gorî min ger ku mirov gotina xwe ya dawî binivîse, wê demê mijar qediya ye. Di pirtûkê min de ji ber mijar neqediya ye pirtûk jî di nêvî de maye. Min >êşê Yezda nivîsand. Li gorî min her dem nêvî maye. Divê nivîskaren piştî min bên vê yekê temam bikin. Ji bo ku nivşê pişt min vê yekê nejîn min ev êş nivîsand. Ez û zarokên xwe di nava vê êşê de mezin bûn. Divê yên piştî me vê êşê nejîn.
* Di pirtûka we ya Cefr de Elewîtî, di pirtûka we ya Yezda de jî Êzîdîtî. Aliyên hevpar çiye?
Hemû mirovên li ser vê axê dijîn xwedî heman kok û çand in. Koka baweriya Zerduştiyê di çanda Ezîdî û elewiyan de pir xurt e. Di aliyê baweriyê de nêzî hevin. Taybetmeniya wan a mezin muxalif in. Her du ji rastî komkujiyan hatine. Ji ser axa xwe sirgûn bune. Her dem hêza serdest li ser wan çavsorî kiriye û destûr nedane bi çand, bawerî u zimanê xwe bijîn.
QÊRÎNA MIN BIHÎSTIYE DIXWAZIM BIDIM BIHÎSTIN
* We çima çavkanî ji nijad û civakên herêmî esas digirin?
Li Pilûrê di sala 1938’an de komkujî pek hat. Ji sedi 80 elewî hatin qetilkirin. Di serdema zarokatiya min yani salên 1965’an de nezî 30 jinên bî hebûn.Ez di zarokatiya xwe de bi qerîn û fîganên wan mezin bûm. dixwazim qerîn û hawara wan bidim bihîstin. Komkujiyek ango zilmek tenê bi nişfekî bi sînor mamîne. Ez ji nivîsandinê wêdetir dixwazim vê êş, wêrîn û hawara wan bidim bihistin. Lê dibînim ku civak ew qas hatiye korkirin bîrdoziya wan ji destê wan hatiye girtin, ne tenê qîrîna min, qerîna bi milyonan kesan nayê bihîstin. Hêvîdarim nivîskarên piştî me dê vê kevneşopiyê bidomînin.
Nuri Akman / Mujdat Can - dihaber