STENBOL- Ozgur Radyo ya ku bi KHK'ê ve hate girtin, îro dîsa li ser înternetê dest bi weşanê dike. Kordînatora Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan a ku beriya 21 salan bi slogana "Em ê nebin qutiya muzîkê" hate avakirin wiha got: "Divê yên ku rastî êrîşê dikin hebûna xwe bidomînin."
Ozgur Radyo ya ku bi 23 radyo û televîzyonan ve di 4'ê cotmehê de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hatibû girtin îro dest bi weşanê dike. Ozgur Radyo ya ku beriya 21 salan bi slogana "Em ê nebin qutiya muzikê" dest bi weşanê kiribû dê li ser înternetê weşana xwe bidomîne. Kordînatora Weşanê ya Giştî ya Ozgur Radyoyê Derya Okatan pêvajoya ji nû ve destpêkirina weşanê bi dîhaberê re parve kir.
Okatan anî ziman ku 40 roj in amadekariya weşanê dikin û îro saetn di 21'an de dê li ser înternetê dest bi weşanê bikin, navnîşanan dê bi hesabên xwe yên çapameniya civakî dê guhdarên xwe re parve bikin. Okatan diyar kir ku ew ê hewl bidin guhdarên wan bi awayekî rehet xwe bigihînin wan, jibilî weşana înternetê difikirin ku weşana herêmî jî bikin. Okatan destnîşan kir ku 40 roj in li aliyekî xebatên hiqûqî dikin li aliyê din jî amadekariyên weşanê dikirin, di vî pevajoyê de bi weşanên ku hatine girtin ve hin bernameyên piştevaniyê hewl dane ku bikin.
'ME JI SIFIRÊ DEST PÊ KIR'
Okatan bal kişand li ser zehmetiyên ji nû ve destpêkirina weşanê û wiha berdewam kir: "Dewletê her tiştê me desteser kir. Mîkrofan û mîkserên me desteser kirin. Ev malzeme careke din dîtin, cihekî nû dîten zehmet bû. Her tiştên me hatin xespkirin. Me ji sifirê dest pê kir. Em vegeriyan beriya 21 salan. Bêguman xebatkarên Ozgur Radyoyê di warê moralê de bêhtir xurt in."
'EM Ê MAFÊ GEL Ê RAGIHANDINÊ BIDOMÎNIN'
Okatan der barê naveroka weşanê de jî ev agahî da: "Wekî berî nebe her saetê ne be jî Ozgur Radyoyê dê nûçeyan jî bide. Em ê mafê gel ê raihandinê bidomînin. Weşanên me yên bi zimanê cuda bi zimanê ermen, kurdî dê bidome. Dibe ku qalîteya deng hinekî baş nebe lê ji Ozgur Radyoya berî çi hebe em ê bigihînin gel."
'EM JI MUZÎKA KU MEHKÛMÎ ÇANDA POPULER BÛYE RE BIBÊJIN RAWESTE'
Okatan diyar kir ku ew wekî Ozgur Radyoyê dixwazin dewlemendiya vî axê bidin nîşandan û wiha got: "Bi gotina Yaşar Kemal ev baxçeyekî bi hezaran kulîlk hene ye. Em dixwazin bêhnên vê derê bigihînin guhdarên xwe. Kurd, elewî, çerkesan di Ozgur Radyoyê de ji bo xwe cih dîtin, pirsgirêkên, daxwazên xwe, hesretên xwe vegotin." Okatan anî ziman ku di rewşeke ku muzîk mehkûmî çanda popûler tê kirin de wekî radyo hewl didinj i vê re bibêjin raweste.
'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQA NAVXWEYÎ NEMAYE'
Okatan diyar kir ku pêvajoya hiqûqî ya girtina radyoyê dê çawa be nezelaliyek heye û wiha berdewam kir: "Ji bo betalkirina biryarê em ê serî li Şûraya Dewletê bidin. Jibilî vê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bidin. Di rewşa asayî de DMME dibêje divê riyên hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bê dawîkirin lê li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî nemaye. Radyoyekî 21 salan hatiye girtin, hemû tiştên wî hatiye desteserkirin. Xebatkarên radyoyê betal mane, cihekî ku xebatkarên radyoyê yan jî xwediyê avahiya ku me kirê dide mafê xwe bigere tuneye. Em qala hiqûqekî bi vî rengî dikin."
'EM DIKARIN BI PIŞTEVANIYÊ VÎ PÊVAJOYÊ DERBAS BIKIN'
Okatan anî ziman ku ji bo ku radyoyên li Tirkiyeyê hatine girtin ji bo piştevaniyê platformekî ava bikin nîqaş didomin û ancax bi piştevaniyê ev pêvajo dikare bê derbaskirin. Okatan di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Alî êdî zelal in. Li aliyekî eniya faşîzmê heye. Ev MHP, AKP û carna jî CHP'ê digire hundirê xwe, li aliyê din jî eniyekî li dijî faşîzmê heye. Ev jî saziyên çapemeniyê, sendîkayan digire hundurê xwe. 23 radyo û televîzyon hatin girtin. Lê ev wekî berê nebe jî dikarin xwe bigihînin gel."
'TIŞTA KU EM DIPARÊZIN MAFÊ RAGIHANDINÊ YA GEL E'
Okatan di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser azadiya çapemenî û îfadekirinê ya Tirkiyeyê jî û wiha got: "Tiştê ku em diparêzin mafê ragihandinê ya gel e. Ji ber vê yekê jî berpirsyariyekî zêde dikeve li ser milê gel. Em hewl didin hebûna xwe bidomînin divê gel jî xwedî li vê derkeve. Rojnameyên Cumhuriyet, Evrensel, Bîrgunê de bin êrîşê de ne. Divê civak jî ji bo tîraja van rojnameyan zêde bibe bixebite. Dîsa çalakiyên bêîteatiya siv^li dikare bê kirin. Ya girîng ew e ku teslîm nebin, li ber xwe bidin û bibin yek, divê ev sê peyv neyê jibîrkirin. Riya AKP berdewam naki. Ez bêhêvî nînim."