STENBOL – Lîstika şanoyê ya yekkesî “Jinek Hişyar Dibe”, wê roja duşemê bê pêşandan. Lîstikvan Aysel Yildirim diyar dike ku, di avakirina civakeke alternatîf de şano laboratûareke girîng e.
Quluba Jinê ya Lêkolînê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Şideta Jinê de, wê ji roja duşemê pê ve çalakiyên wek şano, panel û gotûbêjan li dar bixe. Yek ji van çalakiyan jî şanoya “Jinek Hişyar Dibe” ya derhêneriya wê Sevîlay Saral û lîstikvaniya wê Aysel Yildirim dike be. Lîstik yekkesî û du perdeyî ye.
Çîroka lîstika “Jinek Hişyar Dibe”rasteqîne û ya jinekê ye. Di lîstikê de pirsgirêkên jina bi navê Alev a ku bi nirxên kemalîst hatiye mezin kirin, bavê wê leşker û diya wê mamoste ye, tên vegotin.
Lîstika ku ewil di 2005’an de hat lîstin, wê di 21’ê mijdarê saet di 19.00’an de li Eywana Demîr Demrîgîl a Zanîngeha Bogazîçiyê bê pêşandan. Lîstika ku heta 2013’an tenê ji bo jinan dihat pêşandan, vê carê wê mêr jî karibin temaşe bikin.
Aysel Yildirim a ku di lîstika “Jinek Hişyar Dibe” dilîze, vê şanoyê wek lîstikeke “feminîst” pênase dike. Yildirim der barê lîstik, huner, şideta li dijî jinê û geşedanên li Tirkiyeyê ji bo dîhaberê axivî.
‘JINÊN KU LÎSTIKÊ TEMAŞE DIKIN FERASETEKE TÊKOŞERÎ LI WAN PEYDA DIBE’
Yildirim diyar dike ku, dema jinek vê lîstikê temaşe dike ferseteke têkoşerî lê peyda dibe û vê rewşê wiha vegot: “Gelek jin dibe rastî şidetê bên. Lê ji ber pergala mêrî, bêhêzyê bi me daye hîskirini gelek caran em wê ezma têkoşînê di xwe de nabînin. Lîstik hinekî jî têkoşîna jinê nîşan dide. Û bi vê têkoşîne ‘ez bi ser ketim, min tiştên meizn kir’ na ne tiştekî wisa ye. A rast, der barê jiyana jinê de hin tiştan dike, li ber xwe dide. Hindik be jî, hin tiştan dike, lê di jiyana wê de gavên girîng diavêje. Lê dîsa jî bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Çimkî, bi pergalê re derdeke jinan heye. Dema jineke lîstikê temaşe bike dikare bibêje ‘A belê, heke jinek wisa têbikoşe,, ez jî dikarim di vê rêyê de bimeşim.’ Herî zêde jî ji ber vê lîstik tê hezkirin.”
‘HUNER AWAYÊ BERXWEDAN Û HUNERÊ YE’
Yildirim a der barê huner û şanoyê de axivî, hunerê wek “awayê berxwedan û muxalefetê” pênase dike. Yildirim tîne ziman ku, ew jî hunermendeke muxalif e û wiha dibêje: “Em civateke ku ne girêdayî erkê ne. Em hunereke serbixwe dikin. Ji ber vê ez dikarim bi tîpeke li dijî pergalê ye jî bilîzim. Em li ser jina ermen, femînîst û sirgûn Zebal Yaseyan niha dixebitin. Dema em niha dinerin Yaseyan, pir nêzî pozîsyoneke Asli Erdogan û Necmiye Alpay e. Wê lîstik di nava meha çileyê de bê pêşandan. Helbet dema em wê lsîtikê bilîzîn wê pergal zorê bide me, lê wê nikaribe bibe asteng.”
‘DI AVAKIRINA CIVAKEKE ALTERNATÎF DE ŞANO LABORATÛAREKE GIRÎNG E’
Li gor Yildirim, her tim di navbera pergal û hunerê de pirsgirêk heye. Yildirim têne ziman ku, ji ber vê jî li cihekî ku azadî lê tune be, behsa hunerê nayê kirin û şanoyê jî wek têkoşîna tengasiyan diwesfîne. Yildirim fikrên xwe yî derbarê şanoyê de wiha tîne ziman: “Di avakirina civakeke alternatîf de şano laboratûareke girîng e. Bi şanoyê hûn bangî binheşiya mirov dikin. Ji ber vê jî, ev ji bo xwediyên erkê û faşîstan rewşeke bi rîsk e. Çimkî, tiştên di şanoyê de tên vegotin bandorê li mirovan dike. Û atmsofera li eywanê tiştekî cuda diafirîne.”
‘PÊDIVIYA VÊ SERDEMÊ BI ŞANOYÊ HEYE’
Yildirim tîne ziman ku, di roja me ya îroyîn de ji ber bêewleyiya nêvengê mirov vekişiyane malên xwe û ev vê ji hejmara kesên tên şanoyê pê derdixin û dest nîşan dike ku, bereksê vê ji her demê bêtir pêdviya vê serdemê bi şanoyê heye. Yildirim sedema vê wiha vegot: “Di eywanekê de bêhngirtina heman hewayê jî girîng e. Ez difikirim, ji ber vê hêzeke şanoyê ya piştevanî û veguherandinê heye.”
Her wiha Yildirim anî ziman ku, ji ber pêşdaraziyên mêran ên der barê jinan de pir bi hêzên, heke mêr vê lîstikê temaşe bikin wê ji bo wan jî baş bê.
Kesên bixwazin lîstikê temaşe bikin dikarin ji vê navnîşanê der abrê lsştikê de agahiyan wergirin: https://www.facebook.com/events/1872915159604319/
Çalakiyên din ên Quluba Jinê ya Lêkolînê ya Zanîngeha Bogazîçiyê ev in:
*22’yê Mijdarê, Panela Bi Çavên Jinan Tirkiyeya Nû
*23’yê Mijdarê Pêşanadana performansê ya bi navê “Jinên Muzîsyen Ên Di Dema Pêkûtiyan De Jiyane’
*24’ê Mijdarê Panela Şideta Flortî