ÎZMÎR - Du hevalên wênesaz û peykersaz ku li Seferîhîsarê Bexçeyê Hunerê vekirine, rihê hunermendên Teos bi nûve divejînin. Hunermendên ku bexçeyê xwe bi gotinen “Ev der mala hunerê ya ku rihê komunal lê heye ye” berhemên xwe yên îmc çêdikin.
Wênesaz Ekrem Gun û peykersaz Cahîd Koççoban li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê beriya 3 salan Bexçeyê Hunerê yê Seferîhîsar avakirin û rihê hunermendên Teosê bi hunera komunal ji nûve didin jiyîn. Hunermendên ku bi wêne, peyker, muzîk û wêjeyê re mijûl dibin û li bexçeyê ku wekî atolyeyê ye tên ba hev, berhemên xwe bi şêweyekî azad çêdikin.
Avakarên baxçe Gun ve Koççoban, diyar dikin ku li Seferîhîsara li Tirkiyeyê yekem, li cîhanê 121 wekî Bajarê bêdeng hatiye hilbijartin, wekî 1000 salên Beriya Mîladê Îon Kolonîsî yê li gundê Sigacikê yekemîn Yeketiya Hunermendan avakirî wan mîrasê Teos dewr girtiye.
Ekrem Gun ku ji Zanîngeha Marmarayê ji beşa mamosteyê wêneyena mezun bûye diyar kir ku gel eleqeyek mezin nîşanî Baxçeyê Hunerê dide û wiha got: “Li ser daxwaza gel bexçe her ku diçe mezin dibe. Ev bexçe ji bo hemû mirovên ku bi hunerê re mijûl dibin, bûye cihê ku xwe di atolyeyê hîs bike û bikaribe li ser hemû aliyên hunerê nîqaşan bide meşandin. Me bi keyfxweşî Gettoya xwe avakiriye û jiyana xwe didomînin.”
‘MALA BI RIHÊ KOMUNA HEBÛNA XWE DIDOMÎNE’
Gun, da zanîn armanca wan ne qezenca pereye û wiha pêde çû: “Ji ber zêde mirov tên bexçeyê me mehane pereyê çaya me dike hezar TL. Ji ber wê em jî aliyê din kir kafe. Bi hatina ji kafeyê em mesrefên Bexçeyê Hunerê pêşwazî dikin. Em ji kesên ku dixwazin pêşengah vekin û muzîka xwe lêbixin pere nastînin. Em pere nadin hunermendên tên bexçeyê me. Em bi derfetên xwe berhemên xwe pêşkêş dikin. Her kes dikare bi awayekî azad bixebite. Bi kurtasî ev der maleke ku bi rihê komun hebûna xwe didomîne. Kesên ku nikarin bi rihê komun re bibin yek piştî demekê nayên Bexçeyê Hunerê. Lê kesên ji rihê komun û kolektîf hez dikin hûn çi bikin jî ji vir venaqetin.”
‘NIRX JI HUNER Û HUNERÖEND RE NAYÊ DAYÎN’
Gun, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê nirx ji huner û hunermendan re nayê nîşandan û wiha domand: “Divê ji ciwanên bi hunerê re mijûldibin qad bên ev kirin û ev jî bibe polîtîkaya dewletê. Partiyên siyasî divê li hemû bajar, navçe, gund û hemû cihan navenda çand û ciwanan vekin. Divê ciwan bi çandê bên xwedîkirin ji bo ku di aliyê fikrî de alîkariyê bidin civakê.”
Peykersaz Koççoban ku ji Dibistana Bilin a Hunerên Xweşik a Tatbîk a Dewlwtê mezûn bûye jî destnîşan kir ku bi saya bexçeyê hunerê mirov ji bo derdora xwe xweşiktir bikin xebatan didin meşandin û wiha got: “Di aliyê hunerî de ev bexçe me pêş dixîne. Em bajarekî xweşik dixwazin û em vê tînin bîra mirovan. Ji bo hemû tişt xweşiktir bibin em ked didin. Wê jî em bi hunermend û kesên tên vir dikin. Li vî bexçey hunera îmc derdikeve holê.”
‘PÊWÎSTIYA CIWANAN BI HUNERÊ HEYE’
Koççoban bi lêv kir ku di dema bihûrî de li Anatolyeya Navîn gelek çand bi hev re dijîn û wiha axivî: “Çandên ku bi hunera xwe li Anatolyeya Navîn hebûn niha xwe didomînin. Beriya niha ciwanan eleqeyek mezin nîşanî hunerê didin. Zarok pir ji hunerê hez dikin lê piştre dest jê berdidin. Divê sedema vê bê lêkolîn kirin, ji berk u pêwîstiya ciwanan bi hunerê heye.”
Gokhan Oner - dîhaber