STENBOL - Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê piştî komeleya wan hat girtin û mohrkirin, perwerdehiya xwe li avahiya HDP'ê ya Gungorenê berdewam dikin. Kursiyer û malbat, xwestin mohra çandê bê rakirin û dîsa perwerdehiya xwe li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê berdewam bikin.
Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê li dijî bişaftina çand û hunerê di sala 2009'an de li navçeya Bagcilarê dest bi xebatên çandê kirin. Piştî OHAL hat îlankirin bi biryarên KHK'ê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tevî 370 komeleyan hat mohrkirin û girtin. Piştî Komeleya Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê di 22'ê Mijdarê de hat girtin, xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê dest bi lêgerîna qada perwerdehiyê kirin. Komeleya MED'ê li
avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gungorenê dest bi perwerdehiya çandê kirin. Komeleya MED'ê li HDP'ê perwerdehiyê didin şagirtên xwe û wan perwerde dikin. Her çend kursiyer jî ji rewşê kêfweş bin jî dixwazin dîsa cihê wan bê vekrin û li cihê xwe xebatên xwe berdewam bikin.
‘XWISTIN XEBATÊN ME ASTANG BIKIN'
Endamê Koma Sterkên Azadiye Muhsîn Sîpan ku di sala 2012'an de li Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê dest bi xebatê kir, diyar kir ku wî li komeleyê perwerdehiya nota dît û wiha got: "Saziya me bi biryara KHK'ê hat girtin. Di demên dawî de hemû saziyên çandê hatin girtin. Pergalê xwest rê li pêş xebatên me bigire. Lê em dê li her derê xebatên xwe bimeşînin. Em dê li cih û warên din malên din xebatên xwe berdewam bikin."
Sipan, anî ziman ku piştî komele hat mohrkirin gel jî berteka mezin nîşan da û wiha got: "Gelê navçeya Gungorenê li çand û hunera xwe xwedî derdikeve. Divê ji niha û şûnde em bêtir li çand û hunera xwe xwedî derkevin. Em bang li xwendekarên navçeyê jî dikin ku tev li xebatên çandê bibin û piştgiriyê bidin xebatan.
12 SALÎ TEMBÛRÊ FÊR DIBE
Şagirtê 12 salî Kenan Taş ê Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê ku 3 salin kursa tembûrê dibîne diyar kir ku ji bo fêrî tembûrê bibe tê vir û wiha got: Ez hinekî fêrî tembûrê bûm. Ji ber ku Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê hat girtin em tên li vir perwerdehiya tembûrê dibînin. Em dixwazin dîsa MED bê vekirin û em li wir perwerdehiya xwe berdewam bikin. Taş, ani ziman li vir hem kursa tembûrê dibîne û hem ji fêrî ziman dibe.