HATAY - Li Antakyayê pira avê ya dîrokî ku li ser çemê Asî ye terkî qedera xwe hatiye kirin.
Li navçeya Antakya ya Hatayê pira dîrokî ya avê ku li ser çemê Asî hatiye çêkirin terkî qedera xwe hatiye kirin. Pira ku kengî hatiye çêkirin nayê zanîn, ji navenda Antakyayê jibilî malên dîrokî kêm berhemên ku hene ye. Bi bajarîbûnê ve pira avê ya ku li nava navçeyê bi tena serê xwe maye îro ji ber xemsariyê hildiweşe. Ji ber xemsariya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê û Şaredariya Antakyayê pira dîrokî her diçe tune dibe û li bena restorasyonê ye.