NÇM'a Dîlokê li gel astengiyên KHK'ê xebatên xwe didomîne

DÎLOK - Navenda Çand û Hunera Medya ya Dîlokê (NÇM), bi biryarên KHK’ê hat mohr kirin, lê dîsa Koma Siyajîn a giredayî NÇM'ê bi xebata Koı"Stêrkên Şehîdan" ya nêvî maye xebatên çand û hunerê berdewam dikin. Endamê Koma Siyajîn Ahmet Ak diyar kir ku piştî saziya wan hat girtin zêdetir bi bawer dixebitin û strana "Stêrkên Şahîdan" jî mînaka xebatên wan in.

Navçenda Çand û Hunerê ya Medya ya Dîlokê (NÇM) wekî sedan komele û saziyên kurdan bi biryarên KHK'ê hatin girtin. NÇM'a Dîlokê di 22’ê rmijdarê de bi KHK’ên 677 û 678 hat girtin. Piştî NÇM hat girtin û dest danîn ser amûrê wan ên muzîkê xwendekar û endamên NÇM'ê. Lê NÇM’ê dest ji xebatên xwe berneda û xebatên xwe li cihên cuda cuda dan meşandin. Karên xwe yên di nêvî de mayî berdewam kirin. Strana “Sterêkên Şehîdan” di serê van berheman de tê. Lê her çend deriyê avahiya NÇM'a Dîlokê hat mohrkirin jî xebatên xwe yên çand û hunerê berdewam dikin. Koma muzîkê ya Siyajîn a di bin baneyê NÇM'a deriyê avahiya wê hat girtin, xebatna xwe ya nîvco mayî "Stêrkên Şehîdan" berdewam dikin. Endamên Koma siyajîn dema berhema strana ji bo endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Çiyager û Roza ku di şerê li Sûra Amedê de jiyana xwe ji dest dan amade dikir avahiya wan hat mohrkirin û xebata wan nîvco ma. Lê piştî avahî hat mohrkirin jî xebatên vê berhema stranê berdewam dikin.

DÊ BERHEME DI ADARÊ ÇAP BIKIN

Li gel ku cihê prova û xebata endamên Koma Siyajîn ku di bin sêwana NÇM'ê Dîlokê xebatdikin tûneye jî xebatên wan berdewma dikin û berhemên xwe yên di nivî de mayî temam dikin. Koma Siyajîn qasî mehek û nîve dîsa dest bi provayên stranê kirin û plan dikin ku heta meha adarê stranê temam bikin û klîba wê bikişînin.

‘STÊRKÊN ŞEHÎDAN MÎNAKA BERDEWAMKIRINA XEBATA ME YE’

Endamê Koma Siyajîn Ahmet Ak (21) diyar kir ku her çend cihê wan û amûrên wan hatinbin destserkirin jî, ew tên cem hev û bi baweriyek xurtir karê xwe didomînin. Ak anî ziman ku tişta ew acizkirin kilît li çandê xistin û amûrên wan desteser kirin bû û wiha axivî: “Lê ev jî heye çand ne tenê cihek girtî de tê kirin. Her çend kilît li deriyê me xistibîn jî nikarin û amûrên me bixin jî nikarin me û amûrên me rawestînin. Sterêkên Şehîdan jî ji bo vê mînake.”