STENBOL - Sê muzîkjenên jin ên Rûm ku ji Yûnanîstanê hatin û li Stenbolê bi cih bûn, newayên kevneşopiyî yên rûman bi du ziman; tirkî û rûmî digihînin guhdarvanan.
Koma muzîkê ya Newayên Rûmî ya Stenbol û Îzmîr, ji aliyê 3 jinên rûm ên ji ber sedemên cuda hatin Stenbolê û hatin gel hev hatiye avakirin. Vokalîst komê Vassiliki Papageorgiou ye, Marina Liontou-Mohamed li ûdê û Fotini Kokkala jî li kanûnê dide… Ji bilî muzîkê, xala hevpar a her sê jinên rûm ew e ku, ji Yûnanîstanê hatine û li Stenbolê bi cih bûne. Papageorgiou ya bi sala li Stenbolê tevî muzîkjenên tirk û yewnan fealiyetên muzîkî meşandin, tevî hevalên xwe yên komê newayên kevneşopiyî yên rûman bi du ziman; tirkî û rûmî digihîne guhdravanan.
‘MUZÎK EW ÇAND E KU DIVÊ NEYÊ WINDAKIRIN'
Vokalîsta komê Papageorgiou, ya koka malbata wê digihê Îzmîr û Girava Mîdîlliyê, lê ji ber mubadeleyê ji Atînayê koçî Tirkiyeyê kirine, beriya 23 salan bi temamî li Stenbolê bi cih bûye. Piştî gelek salan li Heybelîadayê dimîne, paşê berê xwe dide Beyoglûyê. Papageorgiou, li gel nasnameya xwe ya muzîkjeniyê di heman dem de helbestvan e jî. Papageorgiou ya bi nêvî rûmî û nêvî tirkî dixavie û bi vî awayî xwe îfade dike got, dema ew nû hatibû Stenbolê tirkî û yewnanî ewqasî ne di nav hev de bûn, berkesê wê ji ber têkiliyên tirk-yewnanan sarbûyînek hebû û diyar kir ku, her ku ciwanan hevdu nas kir, muzîka tirk û yewnanî jî nêzî hev bûn. Papageorgiou ya ku got, "Em rûm, li Stenbolê muzîka xwe ya kevneşopiyî zînde dikin" got, muzîk ew çand e ku divê neyê windakirin. Papageorgiou, diyar kir ku wê paşê Marina Liontou-Mohamed û Fotini Kokkala nas kiriye û wiha domand: "Fikreke xweş e ku her sê jin li ser dikê bin. Em vê hîs dikin û bi taybetî em li Stenbolê bi hev re derdikevin ser dikê û em ji vê hez dikin."
‘MUZÎK EW HUNERE KU MIROVAN DIGIHÎNE HEVDU'
Papageorgiou, anî ziman ku ew stranên kevn ên Stenbolê hem bi rûmî hem jî bi tirkî dibêjin û diyar kir ku, nîqaşa "Ev stran ên tirkan e an yên rûman " nîqaşeke vala ye û wiha domand: "Me hemûyan ev stran parvekirin. Hem me muzîkjenan, hem jî kesên tên me guhdra dikin. Parvekirin tişta herî xweş e. Em herî zêde parvekirinê didin der. Gotin jî girîng in. Dixwazim mirov wateya gotinan fêm bikin. Tenê em ji bo xwe nabêjin, ji bo em li gel hev bin dibêjin. Çimkî, muzîk hunereke ku mirovan digihîne hev."
‘EM ÇANDA TÊ WINDAKIRIN BI MUZÎKÊ DIDIN DER'
Papageorgiou, got ew dixwazin bi muzîkê wê çanda tê windakirin bidin der û wiha domand: "Parvekirin tişta herî xweşik e, bila mirov wisa mezin bibin. Dijminatî, têgehên 'ez cuda me, tu cuda yî' mirovan sar dikin. Em bêtir muzîkê çêbikin, bêtir bigihên hev, kêmar çî ye? Ez ji Yûnanîstanê hatim, lê koka min li Îzmîrê ye. A rast mirov ji hev hez dikin. Di salên dawî de derket holê. Yewnan zaf tên Stenbolê, ji bo geştê, betkaneyê, jiyanê. Êdî ji hev natirsin. Divê em vê riyê bidomînin."
Marina Liontou-Mohamed, dibêje ew sê sal e li Stenbolê ye û di komê de li ûdê dide. Mohamed a nû nû hînî tirkî bûye, zêde nikare xwe îfade bike û ji dêvla vê li têlên ûdê dide û xwe berdide ahenga wê
Fotini Kokkala jî li Yûnanîstanê perwerdehiya muzîkî dîtiye û hatiye Stenbolê. Kokkala di komê de li kanûnê dide û dibêje, ew bi komê cud are xebitiye û di heman demê dersên muzîkê jî dide.
Necla Demir - dîhaber