Pirtûka te xwendiye bîne, ya nû bigire

STENBOL - Li Esenyurta Stenbolê, pirtûkxaneyeke ku valahiya saziyên çand-huner û wêjeyê yên bi KHK'yan hatin girtin dagire hat vekirin. Pirtûkxaneya Wêjeyê ya Golgeyê ya bi usûla pevguherandinê danûstendina pirtûkan lê tê kirin, ciwanan sewqî dembuhêrkên xweş û geş dike.

Li Esenyurta Stenbolê, pirtûkxaneyeke ku valahiya saziyên çand-huner û wêjeyê yên bi KHK'yan hatin girtin dagire hat vekirin. Pirtûkxaneya Wêjeyê ya Golgeyê ya bi usûla pevguherandinê danûstendina pirtûkan lê tê kirin, ciwanan sewqî dembuhêrkên xweş û geş dike. Pirtûkxaneya ku li Taxa Koyîçiyê di bin banê Civata Hunerê ya Golgeyê de hat vekirin, li benda xwendevanên xwe ye.

Pirtûkxaneya Wêjeyê ya Golgeyê ya bi usûla pevguherandinê danûstendina pirtûkan lê tê kirin, destpêkê bi 2 hezar pirtûkî dest bi xizmeta xwe kir û paşê hejmara pirtûkên xwe derxist 6 hezarî. Ji pirtûkên geştê, wêje, helbest, rojnivîsk, romanan bigire her cure pirtûk li pirtûkxaneyê tên peydekirin û her wiha pirtûkxane rastî eleqeyeke zêde tê.

'AFIRANDINA QADÊN NÛ JÎ BÛ PARA ME'

Rewşen Apaydin, diyar kir ku li pirtûkxaneyan bi giranî pirtûkên wêje û çand-hunerê cih digirin û bi bîr xist ku, bi KHK'yan gelek sazî hatine girtin û anî ziman ku, wan xwestiye wê valahiya saziyên hatiye girtin bi vî awayî dagire. Apaydin wiha axivî: "Di demeke nêz de gelek saziyên çand û hunerî, weşanxane, rojname hatin girtin. Qadên bi zor û zehmetiyan hatin afirandin, hatin girtin. Afirandina qadên nû jî bû para me. Li vir ya girîng ew e ku, di şert û emrcên wisa zehmet de zêdekirina qadên bi vîr rengî ye. Ji armancên me yî sereke yek jê ew e ku, em kesan ber bi hilberînê ve bibin."

‘TENÊ NE PIRTÛKXANET YE'

Endamê civatê Sinan Gokçe jî anî ziman ku, ew wek Civata Hunerê ya Golgeyê hewl didin ku li her qadên hunerê tevbigerin û got, li Esenyurtê ji bo gelheyeke milyonekê saziyên çand û hunerê kêm in. Gokçe wiha got: "Ev der tenê ne pirtûkxaneyek e. Dema bixwazin ciwan dikarin tevî hevalên xwe werin sohbetên wêjeyî bikin, çaya xwe vexwin û pirtûka bixwazin dikarin peyda bikin."

‘BEŞDARBÛYÎN ZÊDE YE'

Gokçe, diyar kir ku yek ji armanca wan ew e ku, ji dêvla ciwan demên xwe li kafeyên nargîle û înternetê derbas bikin, li cihên wisa baş binirxînin û wiha domand: "Di xebatên me yên heta niha de beşdarbûyîn baş e. Lê bi demê re hin pêdiviyên din jî xwe dan der. Pêdiviya kovareke çand-huner û wêjeyê... Niha em wek pirtûkxane amadekariyên vê jî dikin. Em di wê qenaetê de ne ku wek her demê divê ciwan li vir jî ji bo hilberînê tevbigerin."