ANTALYA - Nivîskar-helbestvan Şukru Erbaş diyar kir ku divê hunerê daynin pêşiya pêkûtiyên li Tirkiyeyê û wiha axivî: "Dewlet bi tu awayî desturê nade ku jibilî fikrên wî, fikir li nava civakê belav bibe. Divê em hunerê daynin hemberî hêzê."
Nivîskar û helbestvan Şukru Erbaş diyar kir ku li Tirkiyeyê hêza rejîmê pêkûtîker bi hêza huner û mîzahê têk birine, di demên rêveberiya awarte (OHAL) de herî zêde cihana hunerê pêkûtiyan dibîne. Erbaş destnîşan kir ku di demên rêveberiya awerte de huner û hunermend bi taybetî du pirsgirêkan dijîn; dewlet tirsekî wisa belav dike ku kesên ku bi muzîk, resîmê ve mijûl dibin ji ber van pêkûtiyan xwe ji otosansurê derbas dikin, ji bo rastî pêkûtiyan neyên ji dengên cuda, reng û gotinên cuda xwe hêdî hêdî paşve vikişîne.
'QEDEXEKIRINA HUNERÊ QEDEXEKIRINA FIKR E'
Erbaş bilêv kir ku di demên pêkûtiyê de gelek rewşenbîrên ku li ber xwe didin jî hene, huner ji siyasetê zêdetir riyên zirav vedike, hunera karûkatur û helbestê zûtir tevdigere û bi vî rengî dikare rûyê dewletê ya pêkûtîker serobino bike. Erbaş wiha axivî: "Lê dîsa jî di demên pêkûtiyê de tiştekî ku mirov bi xwe otosansurê li ser xwe pêk bîne tiştekî ji vî rûmetşikandinê tuneye. Qedexekirina xebatên çand û hunerê ji aliyê dewletê ve tê wateya qedexekirina fikr. "Dewlet bi tu awayî desturê nade ku jibilî fikrên wî, fikir li nava civakê belav bibe. Divê em hunerê daynin hemberî hêzê. Tiştên ku di van rojan de diqewime ev e."
'YA GIRÎNG NIVÎSANDIN E'
Erbaş diyar kir ku di pêvajoyên pêkûtiyê de huner dikare bê kirin û wiha axivî: "Hûn ê binivîsînin û dê li aliyekî bisekine lê ya esas ew e ku îro gotin e, piştî sed salan yek dikare bibîne û bibêje di van rojan de ev jî hatine nivîsandin. Lê wê demê gelo gihiştiye mirovan an na tiştên ku we nivîsandiye ya girîng ew e ku di van rojan de bigihîje gel."
'DIVÊ EM HUNERÊ DAYNIN HEMBERÎ HÊZA DEWLETÊ'
Erbaş bilêv kir ku di hunerê de gotinekî ji durketinê heye û ji bo ku ji nêz ve bibînin divê hinekî ji dur ve binêrin û wiha axivî: "Ji bo uk ji nêz ve bibîin hûn ê derkevin dorpêça rojane û ji dur ve binêrin, tişta ku dibêjin trajîk e komîk dibe, ya komîk jî vedigere tradiyê. Ew hêz ji nişkave dibe tiştekî pêkenok. Hun dikarin bi çend rêzan, bi resmekî xêz kiriye û bi dengekî hemû tarîtiyan derbas bikin û tu kes jî nikare we sûcdar bike. Erbaş anî ziman ku împaratoriya Selçukiyan û Osmaniyan bi mîzaha reş ve hatiye hilweşandin û huner bi zimanê afrîner dikare hêza dewletê ya xiraker serobino bike. Erbaş ê ku nirxandina "Divê em mîzahê daynin hemberî hêza dewletê" kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê tiştên din jî daynin pêşiya vî hêzê lê bi giştî em ê hunerê daynin hemberî vî hêzê."