Hunermendên Çanda Medê dîwana gel ava kirin

STENBOL - Navenda Çand û Hunerê ya Med û Komeleya Hunerê yên Stenbolê ku bi biryara KHK'ê hatin girtin Dîwana Gel pêk anîn. Hunermendan diyar kirin ku huner tenê li nava çar dîwaran pêk nayê.

Navenda Çand û Hunerê ya Med û Komeleya Hunerê yên Stenbolê ku bi biryara KHK'ê hatin girtin, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Dîwana Gel pêk anîn. Hunermendan, li ÎHD'ê bi hişyariya "Em saziyên xwe dixwazin" 'Huner li her derê ye" şahiya çandê pêk anîn. Hunermendan diyar kirin ku huner tenê li nava çar dîwaran pêk nayê. Gelek saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî dan şahiyê. Di şahiyê de siloganên "Em bêdeng nebûn" "Em bêdeng nabin" berz kirin. Hunermend Evinên Rezan, diyar kir ku ev ji bo xebatên wan destpêke û xwestin destpêka xwe li ÎHD'ê çêkin. Rezan, anî ziman ku ew dixwazin bibin dengê hemû gelan û ew dê her dem û li her derê klamên xwe berdewam bikin.


Dengbêj Sabri Agirî jî anî ziman ku her çend saziyên wan bên girtin jî dê xebatên xwe yên çandê berdewam bikin.

Solîstê Koma Sterken Azad Bager Bakur jî anî ziman ku tundiya li dijî wan nîşan dide ku wan çiqas cîddî digirin û ew dê her dem û li her derê xebatên xwxe berdewam bikin.