STENBOL - Pirtûka "Dîroka Keda Alternatîf- Venihêrtina Karkeran û Demokrasiya Cihê Kar" a ji aliyê Dario Azzellini ve hat amdekirin ji aliyê Weşanxaneya Amarayê ve hat weşandin.
Ji Weşanxaneya Amarayê pirtûkeke nû xwe digihîne ber destê xwendevanan. Pirtûka “Emeğin Alternatif Tarihi - İşçi Denetimi ve İşyeri Demokrasisi” (Dîroka Keda Alternatîf- Venihêrtina Karkeran û Demokrasiya Cihê Kar) a ji aliyê Dario Azzellini ve hat amadekirin, dê vê hefteyê xwe bigihîne xwendevanên xwe. Di pirtûkê de nivîsên der barê komunîzma konseyê, anarko-sendîkalîzm, operaîsmoya îtalyanî û nivîsên "heretîk" ên der barê Komuna Parîsê de cih digirin û her wiha balê dikêşe ser sepandin û armancên tevgerên karkeran ên otonom ên dîrokiyî û hevdem.
Dario Azzellini yê balê dikêşe ser pirsên di demî û girîng, di pirtûkê de mayîndebûn û pêşbîniya ku dê cihên kar çawa îstîkrarekê li civatan bide peydekirin û dê xweseriyê çawa pêk bîne dest nîşan dike. Pirtûk, mayîndebûna cihê kar a karkeran û bi vegotina demokrasiya beşdariyî dê çawa civatên xwe stabîlîze bikin nîşan dide.
Pirtûka ku ji 10 beşan pêk tê, beşa wê ya ewil ji aliyê Alex Demirovic ve hatiye nivîsandin. Demirovic beşa ewil bi ser navê "Demokrasiya Konseya Marks an jî Dawiya Hêla Wî ya Siyasî" nivîsandiye.
Beşa dueymîn bi ser navê "Krîza Hevdem û Venêrîna Karkeran" ji aliyê Dario Azzellini ve hatiye nivîsandin.
Beşa sêyem bi ser navê "Meclîsên Karkeran: Di Rêxistinbûyîna Karkeran De Teşekulên Nû û Têkoşîna Li Dijî Kapîtalîzmê" ji aliyê Elise Danielle Thorburn ve hatiye nivîsandin.
Beşa çarem bi ser navê "Şoreşa Alman (Avüstürya) a1918-1919 û Xweseriya Çîna Karkeran" ji aliyê Peter Haumer ve hatiye nivîsandin.
Di beşa pêcemîn de lêkolînên Franck Gaudichaud ên der barê ceribînên Şîliyê de cih digirin. Di vê beşê de li ser rêxistinbûyîn û xwerêvebriya karkeran tê arwestandin.
Beşa şeşemîn bi sernavê "Venêrîna Hilberînê An Jê Fabrîqeya Soveytê?" ji aliyê Kimiyasu Irie ve hatiye nivîsandin.
Beşa heftemîn li ser "Komîsyonên Fabrîqeyên Li Brezîlyayê û Derbeya 1964'an" ên li welatên Amerîkaya Başûr tên rawestandin. Ev beş ji aliyê Enrique T. Novaes û Mauricio S. De Faria ve hatiye nivîsandin.
Beşa heştemîn ji aliyê Patrick Cuninghame ve hatiye nivîsandin. Cuninghame li ser ceribîna karkeran a Meksîkayê û xwerêveberiyê radiweste.
Di beşa nehemîn de li ser ceribînên karkeran ên Ûrûgayê tê rawestandin. Ev beş bi ser navên "Xwerêveberiya Kolektîf û Çînên Civakî", "Xwerêveberiya Kolektîf: Têkoşîna Çînî, Li Hemberî Tevgerîna Civakiyî" û "Çalakiyên Kolektîf ên Mulayîmbûyî û Nûkirina Raçînga Civakiyî" ji aliyê Anabel Rieiro ve hatiye nivîsandin.
Di beşa dawîn a pirtûkê de jî li ser ceribînên Yûnanîstanê tên rawestandin. Ev beş ji aliyê Alexandros Kioupkiolis û Theodoros Karyotis ve hatiye nivîsandin.