Dêra Mor Abraham Habel bêdeng e

MÊRDÎN - Dêra Mor Abraham Hobel ku bi mimariya xwe ya heybet balê dikişine ser xwe piştî Seyfo demek dirêj bê xwedî ma û niha bêdeng li benda xwediyê xwe ye.

Dema mirov diçe herêma Mêrdîn û Mîdyatê bi dêr û keşîşxaneyên xwe yên heybet balê dikişîne ser xwe. Dêr û keşîşxaneyên ku bi mîmariyek taybet û heybe hatiye avakirin bi sedan salan li ser piyan in û nobedariya bawerî û çanda suryanî û keldaniyan dikin. Li herêma Tûr Abidin ku dikev navbera navçeyên Mîdyat, Hezex û Nisêbînê bi zêdebûna dêr û keşîşxaenyên xwe balê dikişîne. Yek ji van derên bi heybet û taybet Dêr û Keşîşxameya Mor Abraham Hobel e. Ev dêr li navçeya Mîdyatê di sedsala 5’emîn de hatiye avakiri. Di serdema keşîşên Mor Gabriel de ji aliye Abraham û Hobel ve hatiye avakirin. Dêr heta sed sal berê di serdema "Komkujiya Suryaniyan (Sayfo-Seyfo) de êdî bê xwedî ma û nêzî sed salin bêdeng hebûna çand, dîrok û baweriya suryaniyan diparêze.

Dêra ku demek dirêj bê xwedî ma, di salên 2000'an de ji aliyê suryaniyan ve dîsa bi kevirên sipî ji nûve rast restokerkirin. Dêra ku wekî qesra spî bi heybet e li dijî hemû êrîşan di ber xwe dide û hebûna bawerî, dîrok û çanda suryaniyan li ser pişta dîwarên xwe diparêze.
Li dêra ku gorên Mor Habel, Mor Abraham û Meryemana lê heye, heftê 3 rojan li vir ayîn tên kirin. Di ayinên ku berê bi hezaran kes beşdar dibûn, niha tenê bi sedan kes beşdad dibin. Mêvanên ji derve tên dêrê ziyaret dikin jî li vir dibin mêvan û peşwazîkirin. Lê demek dirêj e êdî wekî berê turîst nayên vir û bêdeng e.
Berpirsiyarê Dêren Mîdyatê û Serokê Duyemîn Vakfa Dêran Yusuf Turker, diyar kir ku li navçeyê 8 dêr hene û wiha got: "Di 2 salên dawî de ji ber şerê heyî êdî mirov nayê van dêran ziyaret nake. Turîst wekî berê nayên vir. Di demsalên bahare de ji çar aliyên Tirkiye û welatên derve dihatin. Lê di salên dawî de bêdeng e."