KOCAELÎ - Dildarên BÎLKAR'ê ku armanca xwe wekî "huner gihandina gel" îfade dikin bi dersên cuda yên didin ve hunerê digihînin gelek mirovan. BÎLKAR a ku nefesê dide Gebzeya ku wekî bajarê karkeran e tenê ne huner jiyan jî tê hînbûn.
Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê komek dildarê hunerê di sala 2007'an de kom bûn û Kooperatifa Huner û Zanistê (BİLKAR) ava kirin û di beşa muzîk û hunerê de perwerde didin. Hunerhez, di kooperatifê dersa Keman, tembûr, bilûr û enstrumanên din didin. Li gel van dersan wekî matematik, dersa zimanê tirkî jî didin. Ji bo zarokan dersên wekî drama, wêje, felsefe didin. Endamên BİLKAR'ê li pasajê odeyek biçûk kirine kargerî û li vir dersê didin.
Hunermend Refîk Koksal ê 9 sal in li BİLKAR'ê dersa kemanê dide diyar kir ku armanca BİLKAR'ê ne qezenca sermayeyê ye û armanca wan ji bo gel hunerê peş bixin e. Koksal anî ziman ku dema ji bo Hunermen Ruhi Su şevek amade kirin hev nas kirin û li vir ev fikir û xebat derket holê.
'NIKARIN DILÊ ME BIGIRIN'
Koksal, bal kişand ser zextên Îktîdara AK Partiyê û girtina Salona Sînema ya Yilmaz Guney a li Êlihê jî û wiha got: “Çawa dibe ku li salonek ku kar lê hatibe rawestandin şewat dereve. Ev wekî pirsnîşanekê ye û divê bê ronîkirin. Ew cihekî sembol e. Di nava civakê de xwedî cihekî taybet e. Bi vê şewatê rê li pêş naskirina Yilmaz Guney girtin. Ev bûyerek wahşet e."
Koksal, girtina navendên çandê yên bi biryara KHK'ê hatin girtin jî wekî hewldana paşverû û ku nayê qebûlkirin pênase kir û wiha got: "Rêveberên ku dixwazin erk û îktîdarê di destê xwe de bihêlin ji hunerê ditirsin. Ciwanên ku bi hunerê digêjin seri natewînin. Dibe ku cihê me bigirin, lê dê dikaribin dilê me bigirin."
'ARMANCA ME EM GEL Û HUNERÊ BIGÎNIN HEV'
Sazumankara BÎLKAR'ê Fatma Aydogan jî anî ziman ku her meh û her sal şahiyên ku huner û performansa şagirtên saziyê parve dikin pêk tînin û wiha got: "Em armanc dikin ku hemû şagirt û malbatên şagirtan bi hêsanî xwe bigînin vir. Em tu tiştî ji bo pereyan nakin. Em hunerê ji bo gel dikin. Em dixwazin li ir gel û hunerê bigînin hev. Armanca avakirina BİLKAR'ê ewe ku di nava huner û civakê de bibe pir.
'EM DÊ HER DEM SIBEROJA CIVAKÊ BI HUNERÊ RONÎ BIKIN'
Endama BÎLKAR'ê û mamosteya matematikê Eylem Bahadir jî anî ziman ku ew bi vê xebatê û kargeriyê armanc dikin ku di her qadê de jiyanê bi rêxistin bikin. Armanca girtina saziyên çand û hunerê ewe ku dixwazin roniyê tarî bikin. Ciwanên ku bi çand û hunerê mezin dibin bi çavê ronî li siberojê dinerin.
Em dê her dem hewl bidin ku pira di nava huner û civakê de xurt bikin û her dem siberoja civakê ronî bikin.
Rêveberê BÎLKAR'ê Deniz Uzun jî anî ziman ku Gebze bajarê karkeran e û wiha got: "Armanca vê xebatê em bêhnekê bidin zarokan û civakê.
Uzun, destnîşan kir ku zarok heviyên wan in û divê zarok bi hunerê mezin bibin. Li Tirkiye li dijî çand û hunerê bêtehamuluyek heye. Ji ber ve yekê navendên çantê tên girtin. "
Xebatkarên BİLKAR'ê herî dawî diyar kirin ku ew dê li dijî zextên li ser hunerê bi hevre di referandumê de bêjin "Na".