RIHA- Li Rihayê gundê ermenan ê herî mezin Germûş (Gamûrç) û Dêra Germûşê ya li gund, li gel biryara “Navenda Tûrîzmê” ya Lijneya Wezaretan jî, dêr wek axur, navenda lêgerîna xezîneyan tê bi kar anîn.
Li Rihayê gundê ermanan Germûş, Dêra Germûşê ya li gund û hawirdora wê, her çiqas bi biryara Lijneya Wezaretan wek navenda turîzmê hat îlankirin jî, li gel biryara 23’yê cotmeha 2011’an jî, bêyî restorasyona wê bê kirin, wek hêwirgeheke heywanan tê bikaranîn.
GUNDÊ ERMENAN HAT TUNEKIRIN
Di 1915’an de gundê Germûş, gundê herî mezin ê bajêr bû, 10 kîlometreyan dûrî navendê û 5 kîlometreyan jî dûrî Gobeklîtepeyê ye. Dihat payîn ku dê Dêra Germûşê û hawirdora wê wek cazîbeyeke turîzmê bê bikaranîn, lê dema ji pîsitiya heywanan ên li dêrê diyar dibe ku, li gel biryarê jî dêr nehatiye parastin û rastî texrîbata defînegeran hatiye. De barê wê de ji bo bala turîstên xwecihî û biyanî bikêşe pêşnûmayên wek hêwirandin, kampîng, turîzma bejahiyî û hwd. hatibûn amadekirin, lê bêyî ev bên çêkirin tê dîtin ku, li hawirdora dêrê hin avahiyên din ên aîdî ermenan hene û bi demê re hatine texrîbkirin û tunekirin.
DÊR VEGUHERIYE AXURÊ HEYWANAN
Gundê ermenan ên di dema xwe de 800 mal lê hebûn, niha herî zêde 20 mal lê hene û gelek jiw an jî terkî rûxandinê hatine kirin. Li gundê dîrokî ya herî zêde xesar dîtiye jî, Dêra Germûşê ye. Dêra Germûşê ya di ermenkî de tê wateya pirê û navê xwe ji Gamûrçê wergirtiye, niha wek axur tê bikaranîn û her wiha hawirdora wê jî ji aliyê defîngeran ve hatiye kolandin. Ji ber restorasyona wê nehatiye kirin, hin derên ser dêrê rûxiyane û her wiha pîsitiya heywanan a li nav dêrê her tiştî radixîne ber çavan.
ŞOPÊN ERMENAN HATINE TUNEKIRIN
Dêra ku navê wê yî eslîn Sûrp Asdvadzadzîn e, li gel wê li gund dibistaneke ku zêdeyî 100 xwendekarên wê hebûn jî hebûye, lê belê niha der barê vê dibistanê de tu şop jî nemane û her wiha li hawirdora gun bermayiyên manastirên kevn jî hene. Dîroknasên Rihayê, dibêjin di sala 1881’ê de dêr ji aliyê Hagop Ardvîsyan ve hatiye restorekirin û diyar dikin ku, navê manastirên li gund hebûn jî ev in; Sûrp Hovhannes, Sûrp Tadeos, Sûrp Hagop û Sûrp Mînas û her wiha didin zanîn ku, li gund ji bilî Dêra Germûşê du dêrên din jî hebûne.
GOTIN QADA SÎTÊ YE, JI BO ÎMARÊ HAT VEKIRIN
Li gel qada sîtê ye jî, ji jora gund rêya hawirdorê ya ber bi navçeya Karakopruyê diçe hatiye çêkirin. Makîneyên karî yên ketin qada sîtê, gelek şikeft rûxandin û li qadê fabrîkeyeke jî hatiye çêkirin.
Arjîn Dîlek Oncel-dîhaber