Ji kundurên avî huner afirand

MÊRSÎN – Li Erdemiliyê Adnan Guneş ê ku kundirên avî berhev dike û diseqîne, li ser wan nexşan xêz dike û vediguherîne Lempeyên Kundirên Avî, diyar dike ku ew hin kundirên avî di 5 saetan hinan jî di du rojan de çêdike.

Li Taxa Tomuk ya navçeya Erdemliya Mêrsînê welatiyê bi navê Adnan Guneş ê ku ji gundan kundirên avî berhev dike û wan dinexşîne, di demeke kurt de rastî eleqeyeke zêde ya turîstên xwecihî û biyanî hat. Guneş diyar dike ku, ew berê ji bo betlaneyê hatiye Mêrsînê û tîne ziman ku, wî li bajaroka betlaneyê wek hobî kudnirên avî yên li baxçeyan berhevkriye, hundurê wan seqandiye û dawiyê ronahî liw an bi cih kiriye. Guneş diyar dike ku, piştî bala gelek eksan kişandiye wî navê “lempeya Kundirên Avî” li vê xebatê kiriye û got, di destpêkê de gundiyên li Tomukê henekên xwe pê kirine û piştî gundiyan vana kundiran wek lempeyan dîtiye heyirîne.

LEMPEYEK BAŞ DI 2 ROJAN DE TÊ ÇÊKIRIN

Guneş anî ziman ku, piştî rexbetek ji bo karê ew dike çêbû, wî bi gundiyan re axiviye û kundir bi pereyan dikire û wiha got: “A rast ev kudnir li baxçeyan dihatin hişkirin û avêtin, lê me û gundiyan li hev kiriye û ez bi pereyan dikirim. Bi vê sayê hem ez û hem jî gundî qezenc dikin.” Guneş ragihand ku, kundir di meha 4’em de tên çandin û di meha 9’em de jî tên hişkirin û wiha domand: “Piştî ez kudnirên hişk dikirim, heta ji destê min tê ez sala ewil wan bi kar nayinim. Ji bo baş hişk bibin û xebateke baş ji wan derê, ez sala bê wan bi kar tînim.” Guneş anî ziman ku, ji bo xebateke çak a nexşkirin Lempeyeke Kudnirên Avî di 5 saetan de çêdike û got, heke li gor daxwazê xebateke pir baş bê daxwazkirin, ew vê ancax di 2 rojan de çêdike. Guneş diyar kir ku, ew Lempeyeke Kundirên Avî ya normal bi 40 lîreyî difiroşe û heke daxwazeke taybet hebe, ew heta 300 lîreyî jî diçe.

'TÛRÎZM BANDOR LI ME JÎ KIR’

Guneş dest nîşan kir ku, havîna borî karê wî ewqas ne baş bûye û wiha axivî: “Li vir, îsal hema bêje turîzm tune bû, ji ber vê min jî tu kar nekir û ez ê vî cihê kar bigirim û biçim devereke din. Ji xwe hunera ku ez dikim, ji aliyê hin şaredariyên ku bi çand û hunerê re ji nêz ve eleqedar dibin tê şopandin. Bi îhtimaleke mezin wê dawiya vê salê hin der gazî min bikim û ez ê biçim. Wê şaredariyên ku teklîfî min bikin, hem cihê mayînê ji bo min peyda bikin û hem jî ji bo ez hunera xwe bi pêş ve bixim wê alîkariya min bikin.”