ENQERE - Akademisyenên beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) Elif Çongur û Sureyya Karacabe ên bi biryara KHK'ê dawî hatin îxrackirin, diyar kirin ku ev KHK darbeya li dijî hunerê ye. Akademisyenan îxrac hîndekaran wekî komkujiyê bi nav kir.
Di 8'ê Sibatê de KHK ya bi hêjmar 686 di Rojnameya fermî de hat weşandin. Bi vê biryara KHK'ê 4 hezar û 464 karmend hatin îrackirin. Ji van karmendan 330 akademîsyenên zanîngehan ji kar hatin avêtin. Akademisyenên beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) yên Zanîngeha Enqereyê Elif Çongur û Sureyya Karacabe ên bi biryara KHK'ê dawî hatin îxrackirin, tekîldarî biryarê ji dîhaberê re axivîn. Akademisyena beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) Sureyya Karacabe biryara KHK'ê nirxand û wiha got: "Me ji beşa Şano 6 kesan deklerasyona aştiyê imze kir. Ewil ez ji kar dûr xistim. Min got dê bi kesekî tola xwe hilînin û ser mijare bigirin. Ji ber ku avêtina hevalên min tê wateya girtina vê beşê. Bi dûrxistina me êdî kargeriya hunerê rawestiya. Em difikirîn ku nikarin girtina vê beşê bidin ber çavan. Lê me dît ku ew hunerê nafikirin û li dijî çand û hunerê darbe pêk anîn. Di vê ocaxa hunerê re Ozdemir Nutku, Metin And, Sevda Şener û Sevinç Sokullu, Nurhan Karadag û Turgut Ozakman derbas bûn û ev ocax teslîmî me kirin. Vê beşê bi dûrxistina akademîsyenan 3 profesor, doçentek û 2 hîndekarên leklinê winda kir."
MAMOSTE DEYNDARÊN XWENDEKARÊN XWE NE NE DEYNDARÊN REKTOR IN
Karacabey, anî ziman ku bi zagona 686'an a KHK'e di şevekê de hemû qezenç û destkeftiyên salan avêtin çopê û wiha got: “Mamosteyê zanîngehê li hemberî xwendekarê xwe deyndarê dîsîplîna akademîk e. Mamoste ne dayndarên rektor û hikûmetê ne.
EV DARBEYA LI DIJÎ ZANÎN Û HUNERÊ YE
Karacabey, destnîşan kir ku ev biryara KHK'ê darbeya li dijî huner, zanîst û şano ye û wiha got: "Ji ber ku hêjmara me ya îmze avêtin deklerasyonê zêde bû encamek wisa derket. Bê guman tu carî beşa Şano ya DTCF'ê nehat parastin û hembêzkirin. Ji be zêdetir beşa şano dibin gefan de ye. Ez meraq dikim ku mamosteyên DTCF dê dengekî çawa derxin. Gelo dê temaşe bikin an dê dengê xwe bilind bikin?"
EV ÎXRAC KOMKUJÎ YEİ
Akademisyena beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) Elif Çongur jî wiha got: "Ne tenê ji beşa me ji dehan zanîngehan bi sedan hîndekar û akademisyen hatin îxrackirin. Tenê ji beşa Şano ya DTCF'ê 7 mamoste hatin îxrackirin. Ev komkujî ye. Tenê akademisyenek jî bê îxrackirin komkujî ye. Îxrac ji bo beşa şano darbe ye. Di bingeha herî tiştî de pêdivî bi ralmana azad lêpirsîna azad û lêkolîna azad heye. Ev darbeya li dijî azadiya ramanê, hilberîna azad e. Ya ku zanîngehê dike zaningeh xwendekar û mamoste ne. Perwerdehiya Akademik, perwerdehiya azad e. Zanîngeh li ser fikra azad hatiye avakirin."
‘LI TIRKEYE YEKEM CIHÊ ŞANOYA AKADEMÎK LÊ DEST PÊ KIR DTCF YE'
Çongun, anî ziman ku Beşa Şano ya DTCF xwedî kevneşopî û bingehekî xurt e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev beş li ser mîrateyek xurt ava bûye. Li Tirkiye yekem beşa şanoya akademik li vir dest pê kir. Kesên wekî Îrfan Şahinbaş, Melahat Ozgu, Sevda Şener, Metin And, Turgut Ozakman, Ergin Orbey, Nurhan Karadag li vir mamostetî kirin. Bi van îxracan darbeyek mezin li beşa şano ket. Yên hatin îxrackirin tevan aştî xwestin. Hemuşan danezana aştiyê îmze kirin.
Seda Taşkin - dihaber