'Wek mirovên rastî şer tên, em hemû şîzofren in!'

RIHA - Li Rihayê penaberê sûriyeyî Peykertraş Akram Saffan ê portre û peykeran çêdike wiha got: "Xwedê, da em tiştên bedew biafirînin me bedew afirand, lê me xwîn pijiqand her derê. Wek mirovên rastî şer tên, em hemû şîzofren in."

Peykertraş Akram Saffan ê bi van gotinan balê kişand ser şerê li welatê xwe Sûriyeyê, "Çavên wan girtî ne, çimkî em çavên xwe digirin û xeyal dikin. Çavên min jî bi hêviya dê şer biqede û vegerim welatên xwe girtî ne. Min ji heriyê mirov çêkirin û sekinînim", li Rihayê bi teşdayîna dar û axê bêrî û hesreta welat û malbata xwe dikêşe.

Saffan, anî ziman ku eleqeya wî ya ji bo hunerê ji malbata wî tê û got, ew ferdê malbateke ku bi helbest, nivîskarî û hunera nexşî eleqedar dibe ye û anî ziman ku, her kesê ku gotineke wî hebe bi şaxeke hunerê girtiye, bi wê şax û bermayiyên wê şaxê xwe li jiyanê radigire. Saffan ê ji 50 sal temenê xwe 40 sal jê li hunerê bar kiriye, beriya şerê li welatî wî li Deyr Zorê atolyeya wî ya hunerê hebûye û li wê atolyeyê berhemên xwe yên dibêje, "ruhê mirovan têr dikir" çêkiriye.

'LI VAN DERAN ŞEREK DERBAS BÛ...'

Saffanê peykertiraş, di heman demê de wênesaz e jî û wiha behsa xwe kir: "Berê bi gelek karî re bilî dibûm, lê belê di ruhê min de şekirin û xeritandina keviran hebû. Teşeyekê didim kevir, ax, herî û daran. Beriya şer atolyeyek min hebû. Atolyeyeke bibaxçe û mezin. Zêdeyî 200 berhemên min hebûn. Hemû li qada şer man. Peykerekî min ê 300 metrekareyî hebû. Ew jî rûxiya. Nêzî 10 pêşangehên min ên şexsî hebûn. Huner ne karê her kesî ye. Divê bi ruh be, huner rengvedana ruh e. Min amadekariyên pêşnûmayeke di tahma Îştarê de dikir. Îştar ruhê min bû, evîna min bû. Min ew temam nekir, çimkî li van deran şerek derbas bû. Sibehan min bi diya xwe re qehwe vedixwar, paşê min dest bi xebatên xwe dikir. Min salên xwe yên herî xweş li welatên xwe derbas kir. Mixabin niha salên min wek penaberiyê derbas dibin."

'JI MIN RE DIGOTIN KAFIR'

Saffan, got malbata wî tevî 3 zarokên wî derbasî Şamê bûne û ew ji hev cihê ne û wiha axivî: "Piştî şer dest pê kir em belav bûn, veqetiyan. Ew li bajarên din man. Piştî 4 salan vegeriyam Deyr Zorê. Paşê mecbûr mam biçim Reqayê. Welatê min di bin xetereyê de bû. Bi mehan tî û birçî, bi zor û zehmetî jiyam. Hemû rojên min êş û azar bûn. Paşê min firsend dît û ji wir reviyam. Ji ber min peyker çêdikirin ji min re digotin kafir." Saffan, got dixwastin peykerên wî bişkînin û birûxînin, lê wî li dijî vê tehdîtê berhemên xwe yên bi kedeke mezin çêkirine xistiye bin axê û anî ziman ku, peykerên wî ji bin erdê hatine derxitin û şikandin. Saffan, diyar kir ku piştî ewqas zor û zehmetiyan ew hatiye Tirkiyeyê û wiha got: "4 sal e malbat û zarokên xwe nabînim. Tî û birçî, bi êş û azaran dijiyam. Çûm Antaqyayê. Ji wir hatim Rihayê. Ev 2 sal e li Tirkiyeyê me."

ŞER, XEMGÎNÎ, KOÇ...

Saffan, têkildarî berhemên xwe yên sûretên çavên wan girtî û xemgîn axivî û wiha vegot: "Tiştên hatin serê min bûn kabîsa min. Min carinan kabîsên xwe jî kirin berhemên hunerî. Min xwest ew wek rasteqîniya van pêkanînan li cihekî bin. Min xwest bidin abîdeya êşên min. A rast ev rastiya hemû mrovahiyê ye. Ez nikarim li ser tiştên baş an jî kêfî pêşnûmayekê çêbikim. Nikarim bê kêfxweşî bigerim. Heke hûn bipirsin di peyker, portreyên te de 'Çima xemgînî heye?' çimkî hemû jiyana min şer, xemgînî, koçberî..."

'EM HEMÛ ŞÎZOFREN IN'

Saffan, diyar kir ku mirov ji bo bedewiyan hatine afirandin, lê belê mirov bi hemû hêza xwe her der xwînî kirine û wiha axivî: "Ya girîng ew e ku hûn ya hundurê xwe çawa didin der. Huner wisa ye. Belkî helbestek, belkî wêneyek e. Min jî peyker û wêne çêkirin. Pêkane hûn di berhemên min de ruhê min bibînin. Di heman demê de xemgînî heye, çimkî li axa lê dijîm der barê mirovahiyê de tu tişt nema. Em di jiyaneke perçekirî de ne. Xwedê wek mirovan em afirandin, xweşikayî da, bedewîbûn da xwezayê. Xwedê,Mixabin li van deran şerek derbas bû û her tişt serobino bû. Wek mirovên pêrgî şer tên em hemû şîzofren in."

'JI BO XELASBÛNA JI KABÎSAN HUNER'

Saffan, got ew li Rihayê di jêrzemîna avahiyekê de dijî û dubare vegeriyaye hunerê û anî ziman ku, ji bo domandina hunerê niha ew rastî prigirêkên aborî hatiye û ew berhemên xwe li metbaxê çêdike. Saffan, diyar kir ku buhayên berhemên wî di navbera 300-1000 TL'yî de ne û got, pereyê ew qezenc dike ji zarokên xwe re dişîne. Saffan, anî ziman ku ew carinan li kafeyekê, carinan li dîwarên avahiyek rastî berhemên xwe tê û got, ji bo ew ji kabîsan rizgar bibe dubare li çêkirina peykeran vegeriyaye. Herî dawî Saffan got, ew wek hunermend hatiye afirandin û wiha axivî: "Dixwazim wek li welatê min, atolyeyeke min a hunerê hebe."