Nûnerê Rûsya: Tirkiye ji rêxistinên dijqanûnî re çekan dişîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku Tirkiye hewl dide polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê biguherîne Rûsya hişyarî û îdîayên nû dike. Nûnerê Rûsyayê yê Sûriyeyê Lavrentyev, diyar kir ku ji Tirkiyeyê ji bo rêxistinên dijqanûnî çek tên şandin.

Ji Tirkiyeya ku di navbera Rûsya û DYE’yê de polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê diguhere hişyariya Astanayê hat. Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê yê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ku serokatiya heyeta Rûsyayê ya tevlî hevdîtinên li paytextê Kazakîstanê Astanayê bû di daxuyaniya ku daye de diyar kir ku wan tesbît kirine ku ji Tirkiyeyê ji bo rêxistinên dijqanûnî çek hatine şandin.

DERBASBÛNA ÇEKAN HATIYE TESBÎTKIRIN

Li gorî nûçeya Sputnikê li Astanayê Lavrentyev, bersiva pirsên rojnamegeran da û wiha got: “Me tesbît kir ku endamên komên bi çek ên dijqanûnî, bi kargoyên cuda çek û cebilxane ji axa Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê kirin. Ji bo hemû cebilxaneyên ku dijqanûnî tên şandin bên tesbîtkirin em bi Enqereyê re xebatan didin meşandin.”

Lavrentyev, bal kişand ser nirxên ku didin temamiya axa Sûriyeyê û ji Tirkiyeyê xwest ku kontrolên li ser sînor zêde bikin.