Der barê Serokwezîr Yildirim de daxwaza girtinê

-NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Parlamentoya Almanya Volker Beck bi daxwaza girtina Serokwezîr Binalî Yildirim gilî ki. Beck, bi hinceta têkiliya wî bi Lêpirsîna sîxuriyê ya meleyên DİTİB'ê heye bê darizandin û girtin.

Der barê Serokwezîr Binalî Yildirim ê li Almanyayê hin ziyaretan dike de gilî hat kirin û hat xwestin ku Yildirim bê girtin. Li gorî nûçeya Kovara Spiegel, Parlamenterê Parlamentoya Almanya Volker Beck, bang li rayedarên Alman kiriye û xwestiye Serokwezîr Yildirim bê girtin. Beck, xwest Yildirim ji têkiliya “Lêpirsîna sîxuriyê ya meleyên DİTİB'ê bê darizandin û bê girtin.

Beck, der barê Serokwezîr Yildirim de bi nivîskî gilî kir. Beck, ji bo girtina Bînalî Yildirim daxwazname da Serdozgerê Federal ê li Karlsruhe. Beck. li bajarê ku Bînalî Yildirim beşdarî mîtîngê bûbû daxwazname da polîsê Obernhausenê û xwest Yildirim bê girtin. Beck, di daxwaznameya xwe de diyar kir ku Serokwezîr Bînalî Yildirim, di nava karê sîxuriyê de cih girtiye, şirîkatiya sûc kiriye, xebatên sîxuriyê teşwik kiriye. Ger ku hewce be divê destûr nede ji Almanyayê derkeve û bê girtin.

Midûrê Polîsan ê Obernhausenê jî bersîv da serlêdanê û Daîreya Krîminal a Serdozgeriya Federal erk daye lêpirsînê.