NAVENDA NÛÇEYAN - Welatên ku hilberîna çekan dikin û difiroşin, di 5 salên dawî de li welatên Rojhilata Navîn rekora firotina çekan şikandin. Herî zêde DYA, Rusya, Çîn, Fransa û Almanya li Rojhilata Navîn çek firot û stok kirin.
Welatên bazirganiya çekan dikin, di salên navbera 2012 - 2016'an de di asta herî jor de çek frotin û li welatên Rojhilata Navîn çek stok kirin. Li gorî rapora Siprî ya Enstîtuya Lêkolîna Aştiyê ya Stockholmê di sala 2016'an de piştî şerê sar ê cîhanê herî zêde çek hatine stokkirin.
WELATÊN MEZIN DIFIROŞIN XIZAN DISTÎNIN
Di nava welatên cîhanê de ji sedî 74'ê firotina çekan welatên DYA, Rusya, Çîn, Fransa û Almanya firotiye. Di nava welatê cîhanê de herî zêde Asya û welatên Rojhilata Navîn çekan distîne. Li gorî rapora SIPRI, bazirganiya çekan ku di salên dawî de kêm bûbû, ji nûve zêde dibe.
JI SEDÎ 33 PARA DYA HEYE
Li gorî lêkolîn û raporê di bazirganiya kurevî ya cîhanê re rola DYA ji sedî 33 ye. DYA di navbera salên 2012 - 2016'an de li gorî 5 salên berê ji sedî 21 zêde kir. DYA di cîhanê de herî zêde çekan difiroşe 100 welatî. Pisporê Sipri Aude Fleurant, diyar kir ku çekên li DYA tên afirandin ji sedî 50 li welatên Rojhilata Navîn tên firotin.
PIŞTÎ DYA RÛSYA DIFIROŞE
Li gorî raporê piştî DYA, Rusya zêde çekan difiroşe û para wê ji sedî 23 ye. Dewleta Çînê jî di 5 salên dawî de firotina çekan ji sedî 74 zêde kir. Di kirîn û stoka çekan de jî herî zêde Hindistan ji sedî 43 rêje zêde kir. Welatên Asya û Okyanusya jî ji sedî 7.7 zêde kir. Pisporê Sipri Siemon Wezeman, anî ziman ku di firotin û bikaranîna çekan de venêrtin tune li welatên Asya bê kontroliya çekan zêde dibe. Yek ji welatê herî zêde çekan distîne jî Suudi Arabistan ji sedî 212 kirîna çekan zêde kir. Li Katarê di 5 salên dawî de îtalata çekan ji sedî 245 zêde bû.